ENQERE – Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di Zîrweya Tahranê de “Xeyala Osmanîtiya nû û siyaseta şantajê ya Tirkiyeyê têk çû” û piştî operasyona Idlibê dê rejîma Sûriyeyê zexta ku Tirkiye dev ji Cerablûs, Bab û Efrînê berde bike.
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari ya Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne Zîrweya Tahranê ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk hat û operasyona Idlîbê ya niha didome nirxand.
'DIBE PIŞTÎ OPERASYONÊ PÊVAJOYA SIYASÎ DEST PÊ BIKE’
Hatîmogullari got operasyona Idlibê tenê ne ji bo welatên tevlî zîrweyê bûn girîng e û berevajî jî vê yekê ji bo DYA û welatên YE jî girîn ge. Hatîmogullari diyar kir ku piştî şerê li Sûriyeyê dest pê kir Idlib bûye navenda koçberiya welatiyan û gellek komên ku niha li wir in û kirin e heremek baregeh. Hatîmogullari got dibe ku piştî operasyona Idlibê pêvajoya siyasî jî dest pê bike.
‘XWESTIN TIRKIYE QANIH BIKIN’
Hatîmogullari têkildarî zîrweya Tahranê got: “Di zîrweya sê welatan de hat xwestin Tirkiye qanih bibe û hem jî xwestin peyamê bidin DYA û YE. Çunkî metirsiyên Rûsya û Îranê ji DYA û YE hene ku dibêjin dê çekên kîmweyî bikar bînin.”
‘SIYASETA ŞANTAJA TIRKIYEYÊ Û XEYALA OSMANÎTIYA NÛ TÊK ÇÛ’
Hatîmogullari bal kişand ser siyaseta şantajê ya Tirkiyeyê ya dixwaze heta îro bi ser Rûsya û Îranê re siyaseta şantajê nîşanî DYA û YE bide û got: “Tirkiye ji serê ewil ve dixwaze li Sûriyeyê hegomonya xwe ya eskerî, aborî û siyasî ava bike. Bi vî awayî parçeyên ji axê ya ji erdnîgariya Sûriyeyê veqetîne dixwaze bi ser sînorên xwe ve deyne. Bi vê yekê jî armanca wan ew e xeyalên xwe yên Osmanîtiya nû pêk bînin. Lê bi operasyona Idlibê re xeyala Osmanîtiya nû ya Tirkiyeyê têk çû. Wê Tirkiye bi serê xwe bimîne. Tê xuyakirin ku dawî li şantaja Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê tê. Heke daxwazên gelên Bakurê Sûriyeyê pêk bê dê Tirkiye li hember Rûsya, Îran û Şamê bikeve rewşa pozîsyona ku niha li hember DYA’yê çawa ye. Wê Tirkiye bedelên giran bide. Em naxwazin fatûraya vî şerî em bidin razandin.”
MA / Dîren Yurtsever