ENQERE - Bavê Arîna 14 mehî ya bi dayika xwe Esma Yilmaz re di Girtîgeha Riha deye Mîhdî Yilmaz, diyar kir ku piştî dermanên wê hatin birîn her ku diçe zeyîf dibe û got: “Gelo zarokekê bi dayika wê re şandina Mêrdînê ewqas zore? Ev dewlet û hikûmet ma evqas bê çaren e?”
Pîtîka Arîn a bi dayika xwe Esma Yilmaz re di Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê de dimîne, bû 14 mehî. Pitika Arîn a bi nexweşiya astim û bronşîtê ya di girtîgehê de mezin dibe, her roja derbas dibe rewşa wê xerabtir dibe. Bavê Arîn Mîhdî Yilmaz ê vê heftî çû hevdîtina vekirî, diyar kir ku keça wî pir zeyîf bûye û binçavên wê şînbûne.
‘KRÎZÊN WÊ YÊN ASTIMÊ ZÊDE BÛNE’
Yilmaz ê roja Înê çûn hevdîtin, derbarê rewşa keça xwe Arîn de ev agahî dan: “Ji ber ku dermanên Arîn dibe sedema helandina hestiyên wê, hatin birîn. Dermanan venaxwe û vê jî astina wê zêdetir kiye. Arîn pir zêde krîza astimê derbas dike. Dayika Arîn nexwaze yardariyên girtîgehê wê tim di ringê bibin nexweşxanê û bînin tedewiyê red dike. Dayik ji ber ku eziyetek mezin di ringê de dibînin naxwazin tim herin û wirin. Dayîk dibeje keça wê derman nakin, tenê ji bo eziyetê li wan bikin wan tînin nexweşxanê û dûre dibin girtîgehê.”
‘JI BO ARÎN MEZIN BIBE DIVÊ LI SER AXÊ BIGERE’
Bav Yilmaz, da zanîn ku reflu di mîdeya Arîn de heya û wiha got: “Ji ber vê nikare şîrê dayîka xwe vexwe. Hevjînê min got ‘Arîn ji bilî şîr tiştek din naxwe û venaxwe. Hefteya darbasbûyî civaknasek hat girtîgehê û ji bo Arîn got, ji bo zarok mezin bibin, divê li ser axê bigerin.’ Şert û derfetên di girtîgehê de xerabin. Di girtîgehê de hîna jî rojê saetekê av didin û xwarinê xerab çêdikin. Ji ber germê mezin jî nikarin di hûndir de bijîn. Mehê carekê nameyan didin hevjînê min û girtiyên. Nameyên hevjînê min dişîne jî, tim ji bo wê tê gotin ‘adres nehat dîtin.’ Gîrtî daxwaznameyên ji Wazerast Dadê, Midûrê girtîgehê û saziyên cuda re dinîvîsin, ji wan re nayên şandin.”
‘DIXWAZE SEWQÎ MÊRDÎNÊ BÊ KIRIN’
Yılmaz, da zanîn ku hevjînê wiha bang li rayedaran kir: “Sewqa min ji bo Mêrdînê derbixin. Qet nebe ezê Arîn bi rojê bibim nexweşxanê û dê bi şev jî gel min be. Wê demê Arîn dê bav, xwişk û birayê xwe jî bibîn û wan nas bike. Qet nebe bila weke zarokek ji rêzê mezin bibe.”
‘GELO DEWLET EWQAS JÎ BÊ ÇAREYE’
Yilmaz, bertek nîşanê rewşa li wan tê ferzkirin da û wiha bilêv kir: “Ger ev dewlet dê nekare xwedî li zarokekê jî derbikeve, bila nebêje ez dewletim. Em dixwazin hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî û saziyên mafên mirovan dengên me bibihîsîn. Rewşa zaroka me xerabe û dê bimire. Em dixwazin zarokan me bişînin Mêrdînê. Ma sûcê wê çiye? Gelo zarokek bi dayika wê re şandina Mêrdînê ewqas zore? Ev dewlet û hikûmet ma evqas bê çarene? Ger mijar zarokan wan bûna niha cîhan hilweşandibûn. Lê gava mijar dibe zarokên me, mirov dibêje gelo yên me ne zarokin. Ger Arîn di pêşerojê de bijî û di girtîgehê de mezin bibe, ma dê qet ne bêje ‘Sûc û gunehê min çibû? Gelo dayika min çi kiribû?”
MA / Berîvan Altan