ŞIRNEX - Ji ber hinceta “Îstîkrara bûhayan pêk bê” ya Wezareta Bazirganiyê, îxracata ard a ji bo Herêma Kurdistana Federe hat sekinandin û ji 2 hezarî zêdetir TIR û kamyonên ard bi rojane li Sîlopiyê tên rawestandin.
Wezareta Bazirganiyê piştî bilindbûna dolar, bi hinceta bûhayê ard a dinava welat a “Ji bo Îstîkrara bûhayan pêk bê, serfkariyê biparêzin û pêşiya spekulesyonan bigirin” di rojên derbas bûyî de îxracata ard bi sînor kir. Ji ber sînorkirina mijara gotinê, ji 2 hezarî zêdetir TIR û kamyonên ard lê barkirîn ên ji bo biçin Herêma Kurdistana Federe li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê navçeya Sîlopî ya Şirnexê tên rawestandin.
XWEDIYÊN ARD, DESTÛR NADIN AJOKAR PAŞVE VEGERIN
Ajokarên TIR û kamyonan li hemberî bûyerê bi bertekin. Hin ajokaran, diyar kirin ku ji hefteyek zêdetire, wan wesayîtên xwe li hin tesîsatên navçeyên dane rawestandin û dema dixwazin vegerin jî xwediyên fîrma û fabrîqeyên barkêşan wan astend dikin.”
‘BILA ÇARE BIBÎNIN: HALÊ ME PERÎŞAN E’
Yek ji ajokarên li tesîsan radiweste Şehmuz Guçlu, anî ziman ku derbasbûna wan a sînor bi rojane tê astengkirin û bal kişan ser mexdûriyeta xwe. Guçlu, da zanîn ku piştî sê rojan rawestiyan “Saheya Walîtiyê” ji bo wan astengî derxistin û wiha axivî: “Ji me re gotin ‘Ard birina derveyî welat qedexeye.’ Me xwest em barê ardê xwe cardin vegerînin fabrîqeyê, lê ji me re gotin ‘li vê derê rawestin.’ Kes bi me re eleqeder nabe. Halê me perîşane. Em dixwazin çareseriyek bê dîtin.”
‘ME NIKARIN HERIN GEL MALBATÊN XWE’
Ji ajokaran Îbrahîm Eskîcî jî, diyar kir ku ew dixwazin demildest ev mexdûriyeta wan bê derbaskirin û wiha bilêv kir: “Ev 6 rojin, pirsgirêk çareser nekirin. Destûrê nadin nêzî 3 hezar wesayît Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bikin. Hema bêje her roj nêzî 80’î TL’an mesrefa me çêdibe. Em nikarin herin gel malbat û zarokên xwe. Ji ber tirsa diziyê, em neçarin li ser wesayîtên xwe bin. Tenê ji me re dibêjin ‘rawestin’ û tiştekê din nabêjin.”
‘EM JÎ ŞANDIN’
Eskîcî, destnîşan kir divê ev rewş çareser bibe û wiha rêz kir: “Divê mesrefa me ya rojane pêşwazî bikin. Dema xwediyên fabrîqeyan em şandin, ji bo wan re agahdarname ‘sînordarkirinê’ çûbû. Bi zanebûn em şandin. Kelegerma heyî bandorê li ser me dike. 10 rojên din em li vê derê bimînin, dê spî bikevin ard. Hemû kes li rehetiya xwe mêze dikin. Tişta dibe bi karkeran dibe. Em li vê derê mexdûrin.”