NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl der barê rewşa Bakurê Sûriye, Idlîb, polîtîkayên navnetewî yên li dijî Idlib û Sûriye nirxandinên girîng kir. Xelîl, anî ziman ku li Sûriye şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û wiha got: "Niha Idlib têkeve destê Rejîma Sûriye û Rûsya jî aloziya li Sûriye çareser nabe. Ji ber ku gelê Sûriyê hişyar bûye û sîstemeke demokratîk dixwaze."
7 salin li Sûriye şerekî dijwar pêş dikeve. Niha hemû tir û mertalên şer zîvirîne ser milê Idlibê. Ji bo rewşa Idlibê Tirkiye, Îran û Rûsya li Tahranê kom bûn. Lê encamek hevpar derneket holê. Alozî û krîza li Idlibê didome. Têkildarî geşedanên li ser rewşa Idlibê, Bakurê Suriyeyê û têkiliyên hêzên navneteweyî Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivandin.
*Di çerçoveya nîqaşên Idlibê de rewşa Sûriye û bakurê Suriye çi ye? Pozîsyona hêzên navneteweyî û heremî çiye? Hûn dikarin hinek vekin?
Wek tê zanîn jixwe li Sûriye şerê cîhanê ya sêyemîn tê meşandin, şer gav bi gav bi rengê cuda ve diçe, şêwazê şerê dijî hêzên navneteweyî ku bi riya hêzên heremî di hûndirê Sûriyê de bi cih bibûn, hêzên
girêdayên van dewletan bera hev didan, bi vî rengî berjewendiyên xwe diparastin. Niha êdî mecbûrê her kes li beranberê hev bi helwestên aşkere mubaşer diyar bibin. Bi taybetî di Idlibê de ku buye girêkeke ku her tişt pê ve girêdayî ne. Rejîm dixwaze bigire û bi riya wê dixwaze bibêje vaye ez vegeriyam, ez bi ser ketim, ez Sûriyê birêve dibim û bê min kes nikare di Sûriyê de tiştekî bike an jî divê min jî bixe hesabê. Rûsya jî dixwaze bi riya wê de hêza xwe xûrtir bike. Dixwaze ji Amerîka re bêje vaye ew herêma ku di bin serweriya min de ye vaye min paqij kir û di Sûriyê de heremên di bin destê min de ji ya te zêdetir e. Amerîka û koalisyona navneteweyî di herêma QSD’ê yanî bakurê Sûriyê de xwe bi cih kirine, yanî di wateyekê din di Rojhilatê Çemê Firatê de xwe bi cih kiriye, ji ber vê yekê ev herêma vî alî di bin serweriya min de ye. Weke din Îran jî di meseleyê de ye, Îran, ji bo wê girînge bakurê helebê di destê wê de be, gundên Şîa jî li wir hene, ji bo bandora hebûna xwe ya di Sûriyê de biparêze girtina Idlibê jê re girîng e, hîlala Şiî, xeta Şiî û Rîfê Badiyaş a Sûriyê ku dê xetek di wir de hebe, ji bo karibe Tehran, Bexdat û Şam bi hev ve girê bide. Ji ber van sedeman di Sûriyê de di ku de dibe bila bibe dixwaze bandoriya xwe di Sûriyê de biparêze. Lê polîtîkaya xurtkirina ambargoya li ser Îran û xirakirina îtîfaqa çêkirina çekên nukleer a wê bi hev re çêkiribûna hemû di rojevê de ne. Ligel Îran van tiştan dixwaze jî ji ber ambargoya li serî di tengasiyê de ye. Bi vê ve girêdayî, nîqaşên li ser Idlibê re guftugoyên tên kirin rewşa Tirkiyê jî derket holê, ji aliyekî ve aboriya Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve diçe, di siyaseta xwe de xitimiye, berê hewil dida pirsgirêkan bîne asta sifirê lê niha wisa lê hatiye têkiliyê wê bi tu kesî re nemaye. Hemû bi aloz in. Ev alozî û nakokî di mijara Idlibê de zêdetir derket pêş, ji ber komên di Idlibê de hemû girêdayên tirkan e, dostên wanin, piştgiriyê ji wan digirin, sîlah, pere û derfetên din hemû ji Tirkiyê digirin. Niha derkevin wê destê Tirkan di Sûriyê de zayîf dibe û hebûna wan a di Efrînê de dikeve tengayiyê de, ji bo vê yekî jî heta ji wan bê wê nehêlin ku êrîş pêk bên. Niha dê bikevin nava lêgerînekî ku çareyek ji vê re bibîne, an êrîşê bide taloqkirin, nebe riyekî ji bo wan bîne Efrînê, her wiha Ezaz, Cerablûs û Babê bi cih bike û wan li hemberê tevgera me bide bikaranîn. Heta dikare bibêje tamam hûn Îdlib dixwazin ez bidim we lê hûn min ji Efrînê dernexin û mîsoger bikin ku Efrîn di destê me de bimîne. Niha hêzên rejîmê ji aliyê Hemayê ve hin êrîşan pêk tîne, dixwaze gav bi gav pêş de here û xwe bigihîne İdlîbê. Niha kengê karibe xwe bigihîne an jî tam kontrol bigire destê xwe em nikarin texmînek bikin lê rastiyek heye ku ev pêvajoyeke û di vê pêvajoyî de gelek îtîfaq û lihevkirin li gor wê pêvajoyî bên kirin.
*Rûsya, rejîm û Îran di operasyona Idlibê de çima ewqas israr dikin? Bi rastî jî rewşa Idlib hal bibe dê hemû pirsgirêkên Sûriye çareser bibe hûn çewa dinirxînin?
Bi rastî hema em bibêjin Idlib hat kete destê rejîmê jî û rûs û îran jî feyde jê bibînin û di çi astî de dibe bila bibe bi rewşa nû re dîsa pirsgirêka Sûriye nayê çareserkirin. Yanî ne di asta ku di ragihandinê de û rayagiştî de ewqas piv didin û mezin dikin e ye, her tişt bi Idlibê hal nabe, ne di wê astî de ye. Wekî ku sankî rejîm hema Idlib girt û dê rejîm weke berê aramî bibe û rejîm Sûriyê bi temamî birêve bibe, tiştek wisa nîne. Raste dibe ku hin hêzên terorîst û grubên di wir de wê kêm bibin, bandora wan nemîne, lê ev aloziya Sûriyê çareser nabe. Yanî em ji nimêj ve dibêjin alozî û pirsgirêkên Sûriyê ne pirsgirêkekî askerî bû, pirsgirêk sîstema heyî êdî xitimî bû, di navendîbûnê de israrkirin bû, despotîzma tê de, rengê şêwazê birêvebirina têde, ev hemû tiştên ku ji aliyê gelê Sûriyê ve nayên qebûl kirinin, ji ber ku gelê Sûriyê hişyar bûye û sîstemeke demokratîk dixwaze. Ji bo vê yekê çareserkirina pirsgirêka Sûriyê kes nikare bi Idlibê ve girê bide, lê Idlib çewa me destpêkê got girêkeke û di nava vê girêkî de gelek hêz hene û ev hemû hêz bi riya vê dixwazin bazariyê bikin û tawîzan ji hev bigirin.
* Nîqaşên li ser Idlibê ya Rusya, Tirkiye, İran çiye? Li gor we bi taybetî El Nûsra yanî Heyat Tahrîr El Şam û hemû çeteyên di Idlibê de wê çi bikin, şer bikin an jî di bin parastina Tirkiyeyê de bikşînin heremekê din? Nirxandinên ku rewşa Idlib û Efrînê bi hev ve girêdayî ye, hûn çewa dinirxînin eger girêdayî be çewa?
Idlib û Efrîn hem di hêla rewş hem jî di hêla cografîk de jî nêzî hev in, heta Heleb jî di navê de rewşa li ser aliyekî bandorê li ser aliyê herema din dike. Weke siyaset jî niha çewa me got Tirkiye belkî hewil bide wan çeteyan bîne Efrînê û beranberê Idlibê dagirkirina Efrînê misoger bike. Ya din jî eger hatin li Idlibê şer kirin wê demî têkiliya Rûsya û Tirkiyê wê bikevin nava pirsgirêkan û bikeve xeteriyê. Ji ber ku îtîfaqa Tirkan û Rûsan heye ku Rusan rê daye Tirkiye ku balafirên xwe bîne hûndirê Sûriyê bigere. Eger şerek wisa derkeve tê wateya îtîfaqa tirkan û rusan derbe dixwe. Eger derbe xwar hêzên demokrat dikarin vê yekî baş bixwînin û nehêlin ku tirkiye firokên xwe êdî serbest di axa Sûriyê de bikar bîne û hemleya rizgarkirina Efrînê leztir bike. Wê çaxê dê tirk nikaribin weke berê firokan di Sûriyê de bikar bînin. Weke din di hêla fizîkî de jî dema heremekî nêzî herêma di destê grubekî de be ji bo gruba heremekî bişkê dê heman grubên di herêma din de jê bandor bibe. Jixwe li Efrînê dewleta tirk û terorîst bi hev re ne, di Idlibê de jî bi hev re ne, bandorekî mezin li ser hev bike. Ji bo vê jî dê ew jî hinceta mayîndebûna xwe winda bikin. Ji ber ku dê êdî nexşeya li ser erdê were guhertin.
*Me duh tenê seranser bi riya ragihandinê encama civîna Tahranê bihîst, bi rastî jî tenê çewa ji rayagiştî re hatî aşkerekirin nîqaş hatiye kirin an jî pişt perdeya wê lihevkirin an jî nakokî hene?
Bê guman pişt perdeya wê agahiya me jî pir jê tuneye, lê em dikarin vê nirxandinî bikin ku her tişt li gor dilê dewleta tirk naçe. Eger Idlib ji destê gruba Heyat Tahrîr El Şam an go El Nûsra derbikeve tirk pê lawaz dibin. Ji bo vê jî dewleta tirk niha di nava hewildana de ye ku bi wan bide qebul kirin ku agirbestek di heremê de pêk bîne. Lê wisa xuyaye ku kes lê guhdar nekir. Jixwe berî çend seat bikevin civînê hem rus hem jî rejîmê êrîşa xwe pêk anîn. Ya din jî ew îtîfaqa di Astana de, çewa me berê de jî got tu wateya xwe ya lihevkirina heremên kêmpêvçûn a di Astana de nema, êdî wateya xwe winda kir.
*Duh piştî civînê di daxuyaniya Erdogan de jî derket holê ku parastina çeteyan dikir û ji bo parastina wan di nava lêgerînek de ye, ji bo wê jî dibe ku herêma Efrîn, kantona Şehba an jî bi taybetî Til Rifat xistibe bazariyê?
Yanî di vê mijarî de Tirkiye ji ber dijminatiya xwe ya li hemberê hêzên demokratîk a bakurê Sûriyê Til Rifat û heremên din di nava lêgerînan de ye, lê bazariya ew dike ne li gor dilê Îran, ne li gor dilê rejîmê heta ne li gor dilê Rûsyaye jî. Temam rastiyek heye dixwazin bi riya hin lihevkirinan ji tirkiyê feyde bigirin, lê eger her tiştî de li gor dil û daxwazên dewleta tirk herin dê însiyatîf ji destê wan derkeve, ji bo vê jî dewleta tirk di van mijaran de tenê di nava hewildanan de ye, bersivek ji van hewildanên wê re pir zêde tune be. Yanî îtîfaqa wan bi tirkan re hebe jî tenê heta astekî ye. Di hêla tevlîbûna QSD’ê ya Idlibê de, ez nikarim li ser navê QSD’ê biaxivim lê tenê dikarim li ser navê
xwe nirxandinekê bikim, ez bawer nakim QSD tevlî hemleya rizgarkirina Idlibê bibe. Lê hem di hêla siyasî û askerî de bixwaze ku em jê sûd werbigirin, xwedî bandor bin. Lê ew xwedî rol û bandoriya ez dibêjim ne şerte ku di aliyê leşkerî de bikeve operasyonê. Niha gelek hêzên di Sûriyê de heyî ne şerte ku di hêla leşkerî de hebin, lê hewil didin bibin xwedî rol, faqtorên bandorker. Di heremê din de jî ji bo me parastin esase, dema em hemleyekê didin destpêkirin jî li ser esasê parastinê em dikin, em êrîşê tu kesî nakin tenê mafê heyî, parastina gel dikin. Ji ber ku mimkûne wan çeteyên ku îhtîmal bînên heremê û bi ser me de bidin êrîşkirin, ji bo vê yekî jî hemû gelê me tevlî dibin ji bo parastina xwe.
Em di nava şoreşekî de ne, sîstemekî înşa dikin, civakek nû rêxistin dikin, çandeke nû pêş dixin, mîrasekê me ya têkoşînê heye, li ser wê em dixwazin şoreşê pêş bixin, ji ber vê yekê dewleta tirk vê yekê dîtin û bi taybet ji 2011 û şûnde ji her kesî zêdetir li dijî me xebitî û xwest rastiya şoreşa me berovajî bike. Ji bo vê jî bi hemû şêwazî êrîşê me kir. Di hêla dîplomasî, aborî, ragihandinê, di alê leşkerî de, bi riya grûbên cur bi cur ve, ji hemû aliyan ve êrîşê me kir. Niha jî vê berdewam dike. Mesela êrîşê Serêkaniyê jî kirin, êrîşê Kobanê jî kirin, êrîşê Grê Spî, êrîşê Karaçox a herêma Cizîrê kirin, êrîşê Efrînê kirin, niha dixwaze êrîşê Şehba jî bike, ev hemû hewildanên tûnekirinê ne. Belkî van planan hin ciha pêkanî lê hinekan nikaribû pêk bîne lê dîsa jî nasekine. Ev jî rastiyeke têkoşînê ye, divê em jî li gor van têkoşîna xwe xûrtir bikin. Em vê baş dizanin ku tu şoreşekî ava bikî û li cihê xwe rûnêyî û her tişt li gor dilê te bimeşe, na dê êrîşên pir dijwar hebin û li hemberê wê jî têkoşîna xurt bimeşînin.