STENBOL – Dê sibê edîtorên ETHA'yê Pinar Gayîp û Semîha Şahîn bên dadgehkirin. Parêzera rojnamevana Kader Tûnç, ji bo xwedîderketina li dozê bang li rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî.
Edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) jî di nav de 4 kes di 19'ê Nîsana 2017'an de li Stenbolê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Dê sibê herçar kes li Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê bên dadgehkirin. Di îdianameya ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" der barê herdu rojnamevanan hatiye amadekirin de, Gayîp û Pinar ji ber nûçeyên der barê cenazeyan de hatin tawanbarkirin.
Parêzera rojnamevanan Kader Tonç, got: "5 meh e tu tişt li dosyeyaê nehatiye zêdekirin ne jî kêmkirin. Delîlên di dosyeyê de jî cih digirin ên kevn in. Qenaeta me ew e ku ev jî bi binpêkirina jiyana taybet hatine bi dest xistin. Dev ji dozê berdin, ji bo destpêkirina lêpirsînê gumaneke biçûk jî tune ye. Ji ber ku ev kes rojnamevanên muxalif in û di ETHA'yê de dixebitin, bi vî rengî hatine tawanbarkirin. Dozeke ku fealiyetên rojnamevaniyê asteng dike."
BANGAWAZÎ
Tonç, anî ziman ku dê muwekîlên wan di parêziya xwe de xwedî li azadiya çapemeniyê derkevin. Tonç ji bo tevlîbûna danişîna dozê bang li rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî kir û got: "Niha 5 nûçegihanê ETHA'yê girtî ne. Divê rojnamevanên din û raya giştî xwedî li hevpîşeyên xwe derkevin. Bi taybetî jî em dixwazin rojnamevan xwedî li dosyeya hevpîşeyên xwe derkevin."
MA / Yasin Kobulan