COLEMÊRG - Li gundê Befircan ê Geverê cotkar Nûrettîn Canan di nûçeyan de hat berpêşkirin ku "di lîsteya gewr de" ye. Hevjîna wî Rûkiye Canan bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku sirf ji bo hin kes pereyan qezenc bikin hevjînê wê hatiye girtin û got: "Bila dev ji vê çewtiya xwe berdin."
Cotkar Nûrettîn Cananê 68 salî ku li gundê Befircan ê navçeya Gever a Colemêrgê dijî, di çapemeniya nêzî hikûmetê de hat serwîskirin ku lê tê gerîn û ji bo dîtina wî 300 hezar lîre pere xelat hatibû diyarkirin. Lê belê piştî demeke kurt derket holê ku rewşa di nûçeyan de hatiye serwîskirin ne rast e. Cananê ku çapemeniya nêzî hikûmetê wî wekî "di lîsteya gewr de" ye serwîs kiribû ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Colemêrgê ve hat girtin. Li ser Canan îfadeyên şahidên nepen hene û bi "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin.
Wezareta Karên Navxweyî roja ku Canan hat girtin daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nûrettîn Cananê di "lîsteya gewr" de ye û ji bo dîtina wî 300 hezar lîre pere hatibû xelatkirin hat zevtkirin. Li ser medyaya civakî ji bo kuştina Canan bang dihatin kirin.
MALBAT: BILA DEV JI VÊ ÇEWTIYÊ BERDIN
Rûkiye Canan, hevjîna Nûrettîn Canan, bertek nîşanî vê yekê da û bi bîr xist ku hevjînê wê di 19'ê Çileyê de hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan û got: "Hevjînê min wê çaxê di îfadeya xwe de diyar kir ku ew şahidên ku li ser wî îfade dane nas nake. Jixwe rojekê jî li emniyetê nehat ragirtin. Lê belê roja pêncşemê wî li mala me ya gund binçav kirin. Rewşeke wî ya ku bireve tune bû. Ew bi polîsan re axivî û hat binçavkirin. Jixwe rewşeke wî ya ku bireviyana tune bû, nêzî 70 sal emrê wî heye û li gund dijiya. Ji zarokatiya xwe ve cotkariyê dike. Tim diçû çarşiyê û dihat. Di noqteyên kontrolê de li GBT'ya wî dihat nerîn. Çawa çêdibe kesekî 68 salî ku tim li gund û çarşiya navçeyê ye di lîsteya gewr de cih digire?"
Canan, anî ziman ku hevjînê wê bi wesayîteke sivîl ku 3 polîs têdebûn li gund hatiye binçavkirin û got: "Çawa çêdibe kesekî di lîsteya gewr de be bi vî awayî tê binçavkirin? Hevjînê min pir alîkariya min dikir. Pençeşêr li min peyda bûye. Niha kar û barê malê ketiye ser pişta min. Cotkarî dikir û li 6 zarokan dinerî. Em di şert û emrcên zor û zehmet de jiyana xwe îdame dikin. Bila demildest dev ji vê çewtiya xwe berdin."
Danişîna ewil a Nûrettîn Canan dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Colemêrgê pêk bê.
MA / Fethi Balaman