AMED - Walîtiya Amedê di hefteya 500’emîn de çalakiya Dayikên Şemiyê ya li derve qedexe kir. Bi sedema xizmên windayan li tenişta Hevserokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan e destûr nedan ku Turkdogan li derve daxuyanî bide. Turkdogan bertek nîşanî helwesta polîs û walîtiyê da û diyar kir ku dê çalakiyên xwe bê navber berdewam bikin.
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 500'emîn bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li avahiya komeleya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Walîtiya Amedê hefteya borî destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya xwe pêk bînin. Beriya çalakiya îro gelek maşîneyên zixrî li pêş avahiya ÎHD'ê ya Amedê kom bûn. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Xizmên Windayan, Rêveberên ÎHD'ê, Seroka Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (THİV) Şebnem Korur Fincancî, Parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Semra Guzel, Selçuk Mizrakli, Hevserokên HDP'ê, Hevserokên DBP'ê yên Amedê, Endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), Odeya Tabinan, SES, Şaxên ÎHD'ê yên Semsûr, Mûş, Sêrt, Wan, Agirî, Çewlîk, Xerpêt, Erzirom, Bedlîs, amade bûn
BILA KES ÇALAKIYEK BÊ DAYIK NESPÊRE ME
ÎHD'ê û Xizmên Windayan xwest li derve daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li ser vê yekê di navbera polîsan û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan de niqaş derketin. Turkdogan, diyar kir ku dixwazin li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin û polisan destûr nedan. Polîsan gotin 'Hûn dikarin çend nûneran di nava xwe de aşkere bikin û li ser pêpelokan daxuyaniyê bidin.' Dema xizmekî windayan hat cem Turkdogan polîs destûr nedan ku li derve jî daxuyaniyê bidin. Ozdogan, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev yek binpêkirina mafên mirovan e.
EM DÊ ÇALAKIYA XWE BÊ NAVBER BERDEWAM BIKIN
Turkdogan, piştre derbasî avahiya ÎHD'ê bû û li avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê û wiha got: "Ez ji hikûmetê dipirsim; Çi pirsgirêka we bi Dayikên Şemiyê yên qada Galatasarayê, Dayikên Aştiyê re heye? Divê vê yekê aşkere bikin. Nikarin çalakiyên me bidin rawestandin. Çalakiya ku dayikan bi dirûşmeya ‘Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" dane destpêkirin dê bê navber berdewam bike. Kirdeya vê çalakiyê dayik in. Ji ber ku dayik li edaletê digerin. Li hestiyên zarokên Xwe digerin. Dixwazin li pêş edaletê hesab bidin. Divê tu kes çalakiya dayikan piştçav neke. "
‘EZ VÊ HIŞMENDIYÊ ŞERMEZAR DIKIM'
Turkdogan, anî ziman ku her çend navê OHAL'ê hatibe rakirin jî bi zagonên hatin sazkirin OHAL'ek fermî û mayinde anîn û wiha bi dawî kir: "Ez vê hişmendiya li dijî çalakiyê şermezar dikim. Divê hikûmet bi lez dest ji vê hişmendiya xwe berde. Divê Tirkiye li rastiya xwe vegere.
AŞTÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E
Turkdogan, da zanîn ku di 2015'an de hevdîtin û muzakere hat xerakirin û şer dest pê kir û wiha bi dawî kir: "Hûn welatekî bifikirn ku girtiyekî bi serê xwe girtî heye. Li ser Abdullah Ocalan bê navber tecrîdek girankirî heye.
Ev yek nayê qebûlkirin. Em vê yekê qet qebûl nakin. Em ji nûve pêvajoya çareseriyê dixwazin."
Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci jî diyar kir ku hemû faîl diyar in û xwest faîl bên dîtin û darizandin. Fîncancî, xwest kesên çalakiya Daylikên Şemiyê ya aştiyane, demokratîk asteng dikin binerin û wiha got: "Yên ku qedexe dikin faîl û hevkarên failan in. Ew dê li pêş dîrokê hesabê vê yekê bidin. Niha li Stenbolê Dayikên Şemiyê di kolanê de asê kirine. Niha li vir jî dixwazin me di avahiyan de asê bikin. Ger ku dixwazin bi vê rêbazê me paşve bikişînin û bêdeng bikin xwe dixapînin. Em dê li vir heta dawî li mafê xwe bigerin."
Xizmên windayan Îffet Mutaş jî axivî û wiha got: "Ez li birayê xwe yê disala 1994’tan de hat windakirin digerim. Ez ji dewletê hestiyê birayê xwe û faîlên wî dixwazim. Ma xwestina vê yekê sûc e? Ev çawa edalet e. Em qet vê yekê qebûl nakin.