ÊLIH - Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD’ê yên ÊLihê, di çalakiya vê heftê de bal kişandin ser kuştina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar û gotin: “Ligel rapor û îfeyên heyî jî, kuştina Sincar nayê ronî kirin.”
Xizmên Windakiriyan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê yên Êlihê, çalakiya 406’emîn a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a vê heftê li avahiya komeleyê lidarxistin. Xizmên windakiriyan û aktîfîstên mafê mirovan, pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Birayê Metîn Ozdemîr ê dibin çavande hat windakirin Azîz Ozdemîr daxuyaniya çapemeniyê xwend.
'BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYEDARAN HAT KIRIN’
Ozdemîr diyar kir ku ji ber çalakiya wan a li Kolana Gulîstanê hat qedexekirin, ew çalakiya xwe di hûndirê avahiyê de pêk tînin û wiha axivî: “Divê demildest qedexe bi dawî bibe û mafê demokrasiyê bê dayîn. Emê aqûbeta windayên xwe tim bipirsin. Ji bo faîlên mirov kuştin û winda kirin bên darizanedin em bang hestiyarê li rayedarên dewletê dikin.”
KUŞTINA MEHMET SÎNCAR
Ozdemîr da zanîn ku ew Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlana 1993’yan li Kola Elma ya Êlihê hat kuştin de bibîrtînin û wiha got: “Ewilî cînayetê Tûgaya Tolhildana Tirk (TÎT) girt ser xwe. Pişt re cînayeta Sîncar di bûyera Sûsûrlûkê de derbas bû. Dû re jî girtiyê hîzbûlahê Cîhan Yildiz û bersûcê fîrar Ejder Arpa ji bûyerê berpirsyar hatin girtin. Cezayê muebetê li Yildiz ê Hîzbûllahî hat birîn û besûcê fîrarî Arpa nehat girtinê. Di ser cînayetê de 25 sal derbas bû. Li gel ewqas bûyer ronî bû û li nava kolanê pêk hat jî heta niha ji aliyê dewletê ve nehatiye ronîkirin."
Ozdemîr anî ziman ku lêgerîna windayan û dîtina kiryaran bo bên darizandin tenê ne karê ÎHD'ê ye û got: "Di serî de berpirsyariya dewletê û her kesekê ya civakî heye. Em ji bîr nekin dewlet ji ewlehiya can û malê hemwelatiyan berpirsyar e."