AMED - Hevserokê Kongreya Civaka Demoratîk Berdan Ozturk, di civîna lijneya KCD'ê de diyar kir ku ger ew neteweya demokratîk ava bikin dê karibin tecrîdê bişkînin û komkujiyê rawestînin. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgit jî diyar kir ku li kurdistanê pêdivî bi yekîtiya kurd û li rojava jî pêdivî bi yekîtiya demokratîk heye.
Kongreya Civaka Demokratîk (CKD), 1'emîn Civîna Lijneya Giştî ya Kongreya 8'emin li salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP'e ya Amedê pêk anî. Lijneya Giştî dê 2 rojan berdewam bike. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê peyamek şand. Kongre bi şîara "Em dê Krîza Rojhilata Navîn, bi perspektifa Yekîtiya Neteweyî û ruhê neteweyî çareser bikin" pêk hat.
Di kongreyê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir, parlamentera HDP'ê Semra Güzel, Musa Farisogulları, Selçuk Mizraklı, Dersim Dag, Remziye Tosun û Saliha Aydeniz, Dayikên Aştiyê, Nûnerên DDKD, OSP, HDP, DBP, DAD, partiyên siyasî, rêxistinên civakî u demokratîk amade bûn. Li salonê wêneyê endama KCD'ê Dilek Adsan ku jiyana xwe ji dest da vekirin. Dîsa pankartên ku balê dikişîne ser Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Yekîtiya Kurd û şewatên daristanê hatin vekirin. Di kongreyê de xebatên KCD'ê bi dîmenan hatin nişandan.
Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Endama Hevserokatiya KCD'ê Saliha Aydenîz axivî û beşdar silav kirin. Aydenîz, endama KCD'ê Dilek Adsan bi bîr anî.
AYDENîZ: DI ŞEXSÊ OCALAN DE TECRÎDA TAYBET TÊ MEŞANDIN
Aydenîz, anî ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tecrîdek taybet li ser gelê kurd tê meşandin û şerê cihanê pêş dikeve. Aydenîz da zanîn ku hemû gelê li Rojava li dijî şer têdikoşin û îtîfaqa AKP-MHP di 3 salên dawi de şerê taybet û tecrida taybet li ser Ocalan dimeşîne û wiha got: "Em dê di dema pêş me de ji bo tecridkirina Ocalan bişkînin xebatan bimeşînin. Li Rojhilata Navîn 3'emîn Şerê Cîhanê pêş dikeve. Hêzên Dagirker Rojhilata Navîn kirine gola xwînê û şer kûr dikin. Gelê kurd jî têkoşîna azadiyê dimeşîne. Li Rojava têkoşîna azadiya hemû gelan pêş dixe. Di pêşengiya jinê de jiyanek nû ava dike. Ev ji bo gelan bû mînak."
OZTURK: ÇARESERÎ DI AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK DE YE
Hevseroke KCD'ê Berdan Ozturk, jî bal kişand ser girîngiya neteweya demokratîk û anî ziman ku çareseriya pirsgirêkan bi avakirina Neteweya Demokratîk ve girêdayî ye. Ozturk, anî zimanku şerê li Rojhilata Navîn li dijî gelan tê meşandin û wiha got: "Tu karê hêzên şer li Rojhilata Navîn tune. Hêzên Emperyal ji bo berjewndiyên xwe li vir in. Ji avakirina Komara Tirkiye heta niha li ser kurdan komkujî tê meşandin. Gelê kurd tenê daxwaza nirxên mirovahiyê dike. Lê dîsa dixwazin vîna gelê kurd tune bikin. Tecrîdkirina Ocalan ne tenê li ser Ocalan e. Li dijî gelê kurd e. Komkujiya li djî gelê kurd li Îmraliyê dest pê kiriye. Li Zilanê komkujî kirin. Li Cizîr, Hezex û gelek cihên din komkujî kirin. AKP, MHP, CHP û dewleta kûr bi hevre ev biryar stendine. Dema kurd xwe bi rêxistin dikin bi hevre êrîş dikin. Li dijî mafê jiyana azad e. Ji ber vê yekê Berxwedana Cizîr û Nisêbîne pir girîng e. Em dê yekîtiya Neteweya kurd ava bikin. Yekîtîya kurdan şert e.
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit jî cezayê li Selahattin Demirtaş û Sırrı Sureyya Onder hat birîn şermezar kir û wiha got: "Ev ceza li pêvajoya çareseriyê u aştiyê hatiye birîn. Li Tirkiye daraz bi destê AKP-MHP'ê dimeşe. Faşîzmê daraz kiriye amûrê siyaseta xwe. Li Tirkiye mixabin mirov ji ber birçîbûnê xwe dişewitînin. Divê em li dijî vê yekê bernameya xwe ya têkoşînê dînin holê. Divê gel bawerî, jin û ciwan îtîfaqên xwe yên demokratîk ava bikin. Divê li Kurdistanê Yekîtiya Neteweyî û li Rojava jî yekîtiya gelan bê avakirin. Ji bo vê yekê hewldanên me didomin. Êrîşên li dijî me pêk tên bîrdozî ne. Ji ber vê yekê divê têkoşîn jî bîrdozî be.
DAYIK: ÊDÎ BES E
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Kevê Işik jî helwesta kurdan a ku heta niha yekîtiyê ava nekirine rexne kir û got: "Divê heta niha kurdan yekîtiya neteweyî ava kiribûya. Êdî bes e. Ez bang li gelê kurd dikim. Axa me bi xwîna zarokên me tê avdan. Êdî bes e. Em bibin yek. Ger k em nebin yek dê her roj cenazeyên zarokên me bên. Ez wekî dayik carek din bang dikim, divê em yekîtiya xwe ava bikin. Ez dibêjim aştî, aştî aştî."