STENBOL – Serokên Baroyên bajarên cuda Dayikên Şemiyê ziyaret kirin û ji bo di serdemên cuda dema tundî tunebû li cem Dayikên Şemiyê cih negirtin lêborîna xwe xwestin û gotin dê ji niha şûn ve li cem dayikan di nava piştevaniyê de bin.
Serokên baroyên Enqerei, Sakarya, Antalya û Bursa li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ziyaret kirin. Serokên baroyan bi Dayikên Şemiyê re axivîn û bi boneya berê ziyaret nekirine xemgîniya xwe anîn ziman.
'DÎMENÊ DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ HÛN IN’
Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê ne li dijî qanûnane û got: “Her ku diçe zêdebûna zext û tundiyê dilê me hemûyan diêşîne. Em soz didin wek Baroya Enqereyê heta dawiyê em ê li gel we bin. Çalakiyek ewqas masum bi destê dewletê tê sekinandin, her çiqas bê sekinandin dê ewqas mezin bibe. Hûn in dîmenê demokrasiya Tirkiyeyê. Hewldana ji bo çalakiya we ku didin, heke heta îro ji bo dîtina windayan bidana dê îro kiryar derketina holê. Em digirin ser xwe ku her tim bi we re bin.”
LÊBORÎNA XWESTIN
Serokê Baroya Bursayê Gurkan Altun jî anî ziman ku wan jî dem bi dem çalakiya Dayikên Şemiyê ji bîra kiriye û wiha got: “Ji bo di serdemên cuda dema tundî tunebû me li cem Dayikên Şemiyê cih negirt, em lêborîna xwe dixwazin.”
'BAROYA STENOLÊ LI KU YE?’
Pişt re xizmê winda Muzaffer Yedîgol jî axivî û destnîşan kir ku bi salan e çalakiya wan didome û Baroya Stenbolê xwedî li çalakiya wan derneketiye û got: “Baroya Stenbolê li ku ye? Rojek jî me ziyaret nekirin. Hatina we me hestewar kir. Em malovaniya we dikin.”