STENBOL – Çalakliya hefteya 702’emîn a Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Dayikên ku li Kolana Derî ya Parka Mezin rûniştin, diyar kirin ku ji bo rastî neyên zanîn Qada Galatasarayê li wan qedexe kirin û gotin: “Kesên ji dayik û qadan tirsiyan li Arjantî û Şîliyê winda kirin, dê li Tirkiyeyê jî winda bikin.”
Dayikên Şemiyê yên ji bo aqobeta windakiriyên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin bipirsin û daxwaza darizandina bersûcan bikin her heftê li Qada Galatasarayê kom dibin, xwestin çalakiya xwe ya hefteya 702’yemîn pêk bînin, lê polîsan destûr nedan û asteng kirin.
Dayikên Şemiyê, Xizmên Windakiriyan, Mirovên Şemiyê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şık, Garo Paylan, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglu, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê kom bûn, xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsên ku li ber Kolana Deriyê Parka Mezin a Cadeya Îstîklalê pêşiya girseyê girtin, destûr nedan biçin qadê û diyar kirin ku dê di çarçoveya biryara Qeymeqamtiya Beyoglu de destûr nedin bikevin Qada Galatasarayê.
'LI DIJÎ WÊNE Û QÛRNEFÎLAN ÇEKÊN GIRAN Û POLÎS’
Girseyê li ser astengiyên polîsan li Kolana Parka Mezin dest bi çalakiya rûniştinê kir. Dayikên Şemiyê li vê derê daxuyanî da û aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di 12’ê Îlona 1994’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Daxuyaniya vê heftê ji xizmên windakiriyan Besna Tusun da.
Tuson, diyar kir ku ewê tu carî dest ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin û wiha axivî: “Dibin çavan de windakirin, li dijî mirovahiya hiqûqî ya navneteweyî weke sûc tê naskirin. Mafê hemû kesan heye ku dibin çavande bên parastin. Em weke xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan, di hefteya 702’yemîn de dixwazin dewlet vê peywira xwe bîne cih. Polîsan di hevdîtina me ya cara 700’emîn a Galatasarayê de, êrîşî me kirin, em derp kirin, bonbeyên gazê bi ser me de barandin, îşkence li me kirin, em birîndar kirin û kirin binçavan. Erdogan di sala 2011’an de bangî dayîkan kiribû û gotibû ‘Pirsgirêka we pirsgirêka kabîneya mine, tişta ji destê me were emê bikin.’ Lê îro ev dayîk rastî heqaretên giran ên Wezîrê Karê Hûndir tên. Îro jî Qada me ya Galatasarayê bi TOMA’yan, makîneyên kar, bariyerên pola û betonan dorpêç kirin. Li dijî wêne û qûrnefîlên di destên me de, polîsên bi çekên giran li derdorê bi cih kirin.”
'JI BO RASTÎ NEYÊ ZANÎN QEDEXE DIKIN'
Tosun, anî ziman ku hewl didin wan bêdeng bikin û wiha bilêv kir: “Bi tundiya polîsan bersivê didin daxwazên me yên hiqûqî. Kesên ji dayik û qadan tirsiyan li Arjantî û Şîliyê winda kirin, dê li Tirkiyeyê jî winda bikin.”
Tosun, di dewama axaftina xwe de aqûbeta Kenan Bîlgîn ê berî 24 salan dibin çavande hat windakirin pirsî û wiha domand: “Serê sibeha 12’ê Îlona 1994’an Kenan Bîlgîn ê 35 salî li rawestgeha otobusa Dîkmen a Enqerê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin. 11 kesan şahidiya Bîlgîn li Şaxa Midûryeta Terorê ya Enqerê îşkence dît, kirin. Lê heya roja îro binçavkirina wî hat înkarkirin. Hemû hewldanên qanûnî bê encam man û ji DMME’ê hat şandin.”
JI BO KENAN BÎLGÎN EDALET
Tosun, da zanîn ku dadgeha DMME’yê Dewleta Komara Tirkiyeyê bi yek dengî mehkûm kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ligel vê biryara dadgeha DMME jî, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ya lêpirsîn birêve dibir, hewcehî bi dozê nedît. Em ji Kenan Bîlgîn re edaletê dixwazin. Emê tu carî dest ji vê daxwaza xwe berdendin. Em ê li ser navê jiyanê, aştiyê, mirovahiyê û wijdanê, dest ji lêgerîna windakariyên xwe bernedin.”
HANÎFE JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ: POLÎSAN GOT “ŞOW” DIKE
Di dema daxuyaniyê de, Dayîka Şemiyê Hanîfe Yildiz a kurê wê Murat Yildiz berî 24 salan dibin çavan de hat windakirin bertek nîşanî helwesta polîsan da. Yildiz, ji polîsan re got: “Di vê çalakiyê de xwêdana eniya min heye. Ew mafê min heye ez di vê kolanê de bigerim û çalakiyê lidarbixin. We çawan li vê derê wêneyê kurê min ji min stang û neda min, ezê jî tim li vê derê derkevim pêşberî we. Ez dayikim, neçarim li mafê xwe bigerim. Ger ez li mafê xwe negerim, wê demê çi wateya dayikbûna min heye. Êdî bese, êdî bese, êdî bese. Ciger û canê me dişewite. Ev zilme.”
Di vê naberê de Yildiz ji hişê xwe çû. Gava dayika Yildiz ji ser hişê xwe çû, yek ji amîrên polîsan got “Şew dike.” Bi alîkariya malbatan Yildiz ji qadê hat derxistin.
Xizmên windayan piştî daxuyaniyê vegeriyan Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê.