NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê baregehên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê û Hizba Demokrata Kurdistanê topbaran kir. Li gorî Nexweşxaneya Koyê heya niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.
Hêzên rejîma Îranê îro li dora saet di 10.30’an de baregehên Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê û Hizba Demokrata Kurdistanê yên li Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê topbaran kir. Nûnerê Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê li Silêmanî Fûad Xakî Beygî di vê derbarê de agahî da û piştrast kir ku baregeha wan li rastê êrîşê hatiye. Beygî got: “Saet di 10.40’an de Îran baregehên me topbaran kir û mûşek li baregehên me xistin.
Beygî diyar kir ku cihê ku mûşek jê hatiye avêtin nêzî baregehên wane û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwest ku mijarê lêkolîn bike. Li gorî agahiyên ku Nexweşxaneya Koyê dane, di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 30 jî birîndar bûn. Têgotin ku di nava birîndaran de zarok jî hene.