NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Rejîma Îranê 3 rojin herêma Balakayetî ya dikeve ser Hewlêrê topbaran dike. Topbaran hêj didome.
Hêzên Rejîma Îranê gundên herêma Balakayetî topbaran dike. Li gorî agahiyan Gundên Çîxî Derê, Kelaşîn, Alane, Çildarê û gundên ser bi Çomanê topbaran dike. Hêzên Rejîma Îranê 3 rojin vê herêmê bê navbere topbaran dike. Îro serê sibehê hemwextê êrîşa li dijî Koyê ya baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê, herêma Balakayetî jî topbaran dike û têgotin heya van kêliyan jî topbaran dewam dike.
Ji ber topbaranan gelek bax û bostanên herêmê û daristan zirer dîtine.