NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê, Aktîvîstê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî bi îdîaya “Li dijî Xwedê derketiye” û “Endamê rêxistina çekdar e” hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn darve kir. Hat diyar kirin ku rejîmê ciwanên kurd Zanyar Muradî û Luqman Muradî jî darve kirine.
Parêzerê Aktîvîstê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî ê bi îdîaya “Li dijî Xwedê derketiye” û “Endamê rêxistina çekdar e” hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, diyar kir ku Hosseîn Panahî hatiye darvekirin. Rejîma Îranê, heta niha gelek siyasetmedar û kesayatiyên Kurd darve kirin. Der barê gelek siyasetmedaran de jî biryara darvekirinê da. Yek ji girtiyê siyasî ku der barê wî de biryara darvekirinê daye aktîvîstê Kurd ê 24 salî Ramîn Hisên Penahî ku cezayê îdamê lê hat birîn e. Ramîn Hisên Penahî ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Navenda Senendîc (Sîne) girtî hat darizandin. Berpirsên Girtîgeha Recayî bajarê Taranê ji malbatê re ragihand ku wê roja Sêşema bê kurê we were darvekirin. Aktîvîst û siyasetmedarê Kurd Ramin Hossein Panahî, ji bo kesên ku li dijî înfazê têdikoşin ji girtîgehê peyama bi dîmen şand. Malbatê 20 roj berê ev peyam kişandine vîdeoyê û piştî vê peyamê 2 roj şûnde dest bi çalakiya girevê kiriye. Piştre parêzer Huseyin Ahmedi Niyaz diyar kir ku rejîme Ramîn Hosseîn Panahî dave kiriye.
‘EZ AKTÎVÎSTEKÎ SIVÎL IM'
Panahî di peyama xwe de wiha gotibû: "Silav û rêz. Ez Ramîn Hosseîn Panahîme. Ez li zindana Recayişarê têm girtin. Ez ji hemû kesên piştgirî dan min re spas dikim. Ez aktîvîstê alîgirê azadiya gelê Kurdistanê me. Ez ji gelê îran û Kurdistanê ji ber piştgirî dan min spas dikim. Ev piştgirî min kêfxweş û bi hêz dike. Îdiayên der barê min de ne rast in. Ez ne terorist im. Ez aktîvîstekî sivîl im. Ji bo gelê Îranê û bi taybetî ji bo azadiya gelê Kurdistanê têdikoşim."
ZANYAR Û LOQMAN MURADÎ JÎ DARVE KIRIN
Parêzeren malbatê diyar kirin ku ku rejîmê girtiyê Kurd Zanyar Muradî û Luqman Muradî jî darve kirine. Heta niha tu agahî ji herdû girtiyên Kurd nayê girtin. Malbata Zanyar li ser rewşa dawî ya Zanyar û Luqman wiha got; “Ji seat 03:00’ê serê sibehê ve em li ber Girtîgeha Racaîşar a Kerek rawestîne. Rayedarên girtîgehê li ser rewşa herdûyan ti agahiyek ne dane me. Rayedarên girtîgehê bi hestên me dilîzin. Carek dibêjin darve kirine, carek jî dibêjin darve nekirine. Vê yekê jî guman û nerehtiyek mezin xistiye dilê me de.” Hat destnîşan kirin ku rejîmê di saetên serê sibê de Zanyar û Loqman birine cihekî nediyar û darve kirine.