DERSÎM - Hunermend Ferhat Tunç, li ser hesabê xwe yê twîtterê bersîv da Waliyê Dersîmê Tuncay Sonel û got: “Belê Birêz Hezretî Walî, bi rojan in hemû darên li Dersimê dicirûsin û dişewitin."
Li Herema Geliyê Roj ê Kutudere û Çiyayê Aziz Abdal yên Dersimê piştî operasyna leşkerî li herêma daristanê şewat derket. Şewata ku 8 roj berê dest pê kir her ku diçe belav dibe. Di vê pêvajoya ku daristanên Dersimê dişewitin Waliyê Dersîmê Tuncay Sonel, di hesabê xwe yê twîtterê de wêneyê darên ku ampûl bi wan ve girêdane û bi şev diçirûse parve kir. Li bin jî got Tunccelî ışıl ışıl...bi pênasekirinê dike her tişt.." Li hemberî vê yekê Hunermend Ferhat Tunç, bersiv da Waliyê Dersimê Tuncay Sonel li ser hesabê Twittê bersîv da. Tunç, di bersîvê de wiha got: “Belê Birêz Hezretî Walî, bi rojan in hemû darên li Dersimê dicirûsin û dişewitin. Helîna ku çûk têde lûsiya ye, mala kîsoyê ku lê bêhna xwe dide, li Dêrsima ku simbil, nêrgîs, beybûn, bizin, vaşax, kevok û gelek cureyên sewalan lê dijî, Daristanên Dersîmê pêt bi pêt, bibore ışil ışil diçirûsin (!) Hewce nake ku tu bi tiştên wisa plastîk pesnkê xwe bide. "