EDENE - Di doza faciaya Yurda Xwendekaran a Aladagê ku 11 jê xwendekar 12 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan de, hemû bersûc hatin berdan. Parêzerê malbatên mexdûran Şerafettin Can Atalay, bertek nişanî biryarê da û diyar kir ku tu aliyê vê biryarê yê bê qebûlkirin tune ye.
Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, di wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê de şewetê rû da, 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bûbûn. Midûrê yurdê jî di navde der barê 14 bersûcan de doz hatibû vekirin û heta 15 salan ceza ji wan dihat xwestin. Duh doz li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê hat dîtin. Di danişîna duh de bersûcên girtî Midurê Yurda Zarokan Cuma Ali Genç û Serokê Komeleya alîkariya Xwendekarên Dibistan û Kursa Aladagê Îsmail Ugur ku girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan. Parêzerê malbatên mexdûran Şerafettin Can Atalay, bertek nişanî biryarê da û diyar kir ku tu aliyê vê biryarê yê bê qebûlkirin tune ye. 2 sal derbas nebûn bersûc hatin berdan. Di belgeyan de ji heye ku avahî bê rûhsat e. Disa der barê teknîka şewatê de perwerdehiya rêveberan tune ye. Tevî hemû israra malbatan bêyî 2 sal di ser faciayê re derbas bibe hemû bersûc hatin berdan. Divê ev yek bibe mijara perwerdehiyê."
Atalay, anî ziman ku ji bo danişina 13'ê Îlonê wan ji dadgehê xwestiye ku dosyayan bikin yek, lê ne diyar e ku daxwazan pêk b3inin ya na.