NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Rojnameya Cumhuriyetê ya hiştî hilbijartina vakifê rêveberiya nû diyar bû. Piştî reveberiya nû dest bi kar kir, karê ewil Berpirsiyarê Karên Nivîsan Faruk Eren û Midûrê Karê Nivîsan Bulent Ozdogan ji kar dûr xistin.
Vakfa Cumhuriyetê ku Rojnameya Cumhuriyetê girêdayî wê ye, duh hilbijartina Lijneya Rêveberiya Nû pêk anî. Piştî hilbijartinê rêveberiya nû hat ser kar dest bi tesfiyekirinê kir. Rêveberiya nû ya hat ser kar, ewil dawî li karê
Berpirsiyarê Karên Nivîsan Faruk Eren û Midûrê Karê Nivîsan Bulent Ozdogan aîn. Piştî rêveberiya Vakfê hat guhertin, rojnameya Cumhuriyetê der barê cezayê ku li wekilê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder û Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş de sernavê “Yekem cezayê terorê dan Demîrtaş" helwesta xwe ya li hemberî HDP'ê guhert. Ev sernav di medya civakî de rastî bertekên mezin hatin.
Piştî rêveberiya nû hat hilbiartin, Rêveberiya nû Serokê Sendîkaya DİSK Basın-Îşê û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameyê Faruk Eren û Endamê sendîkayê Midûrê Karên Nivîsan Bulent Ozdogan ji peywirê hatin dûrxistin. Têkildarî tasfiyeyan Sendîkaya Basın-Îşê daxuyanî da û got: "Îktîdara AKP'ê demek dirêj e destê wê li ser Rojnameyê ye. Rojnameger girtin, bi salan ceza li wan birîn. Rêveber û nivîskarê rojnameyê girtin. Ji ber ku nekarîbûn Cumhuriyetê têk bibin vê varê bi feraseta ku "Kurmê darê ji darê" ava bikin ketin nava tevgerê. Dawiya dawî koltuk bi dest xistin. Yên di elehê xebatkarên Cumhuriyetê de şahidî kirin Alev Coşkun kirin serokê Vakifê. Aykut Kuçukkaya jî kirin Gerînendeya Giştî ya Rojnameyê. Piştî hatin ser kar, ewil Faruk Eren û Bulent Ozdogan ji erka wan girtin.
Em bang li hemû hempîşe û rêxistinên girseya demokratîk dikin ku li pîşeya rojnamegeriyê xwedî derkevin."