NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê girtiyên Kurd Zanyar û Luqman Muradî, diyar kirin ku agahî ji herdu girtiyan nayê girtin. Malbatên girtiyên Kurd li pêşiya Girtîgeha Recaîşar a Kerek rawestiyane.
Girtiyê Kurd Zanyar Muradî gotibû wê rejîma Îranê roja Înê ji wan re gotiye wê li gel Luqman Muradî derve bikin. Lê heta niha tu agahî ji herdû girtiyên Kurd nayê girtin. Malbata Zanyar li ser rewşa dawî ya Zanyar û Luqman wiha got; “Ji seat 03:00’ê serê sibehê ve em li ber Girtîgeha Racaîşar a Kerek rawestîne. Rayedarên girtîgehê li ser rewşa herdûyan ti agahiyek ne dane me. Rayedarên girtîgehê bi hestên me dilîzin. Carek dibêjin darve kirine, carek jî dibêjin darve nekirine. Vê yekê jî guman û nerehtiyek mezin xistiye dilê me de.”
Parêzerê Zanyar û Luqman Muradî, Salih Nîkbext ku duh rejîma Îranê destûr nedabû serdana mûwekîlên xwe yên li Girtîgeha Recaîşar bike, got “Ez nizanim ew birine kuderê. Herdû girtiyên min li benda biryara dadgeha temîziyê bûn. Weke parêzerê wan ji min re negotine ew birine kuderê. Niha ez bê destûra dadgehê nikarim mûwekîlên xwe bibinin. Îhtimala wergirtina vê destûrê jî nîne. Hêj dosyeya mûwekîlên min temam nebûye. Divê karûbarên dosyayê bi dawî bibin. Belê ev hîna nehatiye kirin. Divê em parastina van herdû ciwanan bikin. Ez pir xemgînim ka ew birine kuderê û çima birine nizanim.”