AMED - Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş a DBP'î, diyar kir ku fealiyetên ku niha wekî yên qeyûman tên nîşandan hemû ji aliyê wan ve hatine amadekirin û plansaziya wan a stratejîk a ji bo 5 salan bû û got: "Piştî qeyûman sazî hatin girtin û dest bi îzolekirina jinê kirin."
Di hilbijartina herêmî ya Adara 2014'an de namzetên DBP'ê Selîm Kûrbanoglû û Ulku Baytaş bûbûn hevşaredarên Şaredariya Yenîşehîra Amedê. Lê belê piştî xebatên 2 sal û 8 mehan qeyûm tayînî şûna Baytaş û Kûrbanoglû hatin kirin. Ulku Baytaş, pêvajoya beriya qeyûman û ya piştî qeyûman nirxand.
'POLÎTÎKAYA AVAKIRINA JIYANEKE ZAYENDÎPARÊZ'
Baytaş, bilêv kir ku divê qeyûmên dewletê ew tayînkirin tenê wekî karmend neyên dîtin, divê wekî polîtîkayeke avakirina jiyaneke tekparêz û zayendîparêz bên dîtin.
'DANEHVIYÊN GEL DIZÎN'
Baytaş, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin gelek yekeyên şaredariyan hatin girtin û li şûna wan ên xwe dispêrên rantê ketin fealiyetê. Baytaş, destnîşan kir ku fealiyetên ku niha wekî yên qeyûman tên nîaşndan, ji aliyê wan ve hatine amadekirin û plansaziya wan a stratejîk a ji bo 5 salan bû û got: "Projeyeke qeyûm jît une ye. Ji bo bajêr kevirek jî daneniye ser kevir. Şaredariyên ku bi qeyûman hatine xespkirin deynê wan tune bûn. Ji bo xizmetê di qaseyên aşredariyan de daneheviyên wan hebûn. Lê ev hemû hatin desteserkirin. Piraniya qeyûman daxilî rantê bûn û daneheviyên gel dizîn. Loma qeyûm tayînî şûna wan hat kirin."
'QEYÛMAN JINÊ ÎZOLE KIR'
Baytaş, bilêv kir ku ji bo îzolekirina jinan qeyûman ewil saziyên jinan girtiye û got: "Berî qeyûm bên tayînkirin, me feraseta şaredarîbûna demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digirt. Mînak; polîtîkayên jinan, serokatiyên daîreyan û saziyên perwerdehiyê hebûn. Li şaredariyan meclîsê jinan hebûn, da bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Jinên di bin banê şaredariyê de dixebitîn xwedî fikir bûn. Çimkî ev mirov daxilî bajêr bûbûn û di nav bajêr de dijiyan. Cara ewil e ku di qada giştî de jinan hîs kir ku bajarek aîdî wan e. Lê piştî qeyûm sazî hatin girtin û dest bi îzolekirina jinê hat kirin."
'POLÎTÎKAYA QEYÛMAN PERGALA HEVSEROKATIYÊ HEDEF GIRTIYE'
Baytaş, anî ziman ku pergala hevserokatiyê jiyana civakiyî îfade dike û got: "Belkî jî li cîhanê mînaka yekem bû ku bi awayekî lez û bez pêş ket û ji aliyê civakê ve hat qebûlkirin û civakîyîbûnê esas girt. Qeyûm dest danî ser vana hemûyan. Tişta dixwestin xesp bikin pêşveçûyîna civakiyî bû, di nav civakê de pêşketina jinê bû. Bi hevserokatiyê em ji bo nirxên jinê yên windakirî, li hemberî hepskirina malê û ji nû ve bidestxistina van destkeftiyan têdikoşiyan. Pergala hevserokatiyê tiştekî wisa bû."
'SAZIYÊN JINAN KIRIN QURSÊN QUR'ANÊ'
Baytaş, diyar kir ku qeyûman paşê saziyên jinan hemûyan kirin qursên Qur'anê û got: "Saziyên jinan, miduriyetên jinan gelek jê kirin qursên Qur'anê. Yanî çi tiştê aîdî jinê hebe, bi navên ecêb veguherandin tiştên ku eleqeya wan bi civakê tune ye. Bi vê yekê em dibînin ku feraseta AKP'ê dixwaze awayê xwe yê jiyanê bi qursên Qur'anê pêk bîne û xwe bi rêxistin bike. Van qursan a rast ji vegotina Xwedê wêdetir, veguherandin mekanên asîmlasiyonê."
'ŞAREDARÎ VEGUHERANDIN QEREQOLAN'
Baytaş, destnîşan kir ku piştî tayînkirina qeyûman şaredarî bi bariyerên betonî hatine dorpêçkirin û got: "Mirov newêrin têkevin şaredariyê. Niha şeradariyeke ku dişibe qereqolê heye."
MA / Esra Solin Dal