REQA – Endamê Konseya Serokatiya MSD’ê Zûhat Kobanê diyar kir ku di civîna Tehranê ya ji bo operasyona Idlibê de wê ji çenteyê Rûsyayê rêya navnetewî ya ji Lazkiye heta Helebê dirêj dibe heye derkeve û got: “Di civînê de wê di navbera aliyan de qismek li hev kirin derkeve.”
Rejîma Sûriyeyê û piştevanên wê xwe ji bo operasyona Idlibê amade dikin. Îro li paytexta Îranê li Tehranê dê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de civînek bê lidarxistin. Wê operasyona Idlibê hin tişt aşkere bibin. Endamê Konseya Serokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Zûhat Kobanê têkildarî civînê ji ajansa me re axivî. Kobanê got dê di navbera aliyan de qismek li hevkirin pêk were.
‘RÛSYA RÊYA LAZKIYE Û HELEBÊ DIXWAZE’
Kobanê diyar kir ku di civînê de bi navê nû Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku wek El Nusra tê zanîn dê rewşa wê zelal bibe û got: “Ji bo Rûsyayê dibe biryara li herêmê hin nokteyên eskerî bên avakirin bên girtin. Ji bo rêya navnetewî ya ji Lazkiye heta Helebê dirêj dibe Rûsya wê vê bispêrê. Ji bo başûrê Idlibê hildin bin mîsogeriyê di vê mijarê de hem Rûsya û hem jî Îran wê Tirkiyeyê tengav bike. Wê gengeşiyên bi awayî di rojevê de cihê xwe bigirin.”
‘LI HEV NEKIN WÊ KRÎZ MEZIN BIBE’
Kobanê anî ziman ku di civîna Tehranê de Tirkiye wê hin fikaran bînin ziman û wiha got: “Dema dane Tirkiyeyê tije dibe. Ji bo ku ji El Nusra xelas bibin, dibe ku Rûsya û Tirkiye hin tiştên hevpar ragihîne. Qismek hin cih wê ji rejîma Sûriyeyê re berdin. Heta dibe ku hin endamên El Nusra ji bo Rûsya bikin taştê. Jo bi vê yekê jî dibe ku li hin deveran operasyon li dar bixin. Di vê mijarê de dibe mirov ji bo hin senaryoyan jî amade be. Piştî civînê rewş wê hinek din zelal bibe. Heke li hev nekin dibe ku li herêmê krîzek mezin dest pê bike.”
MA / Nazim Daştan