STENBOL - 12’emîn danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ya darizandina 46 rojnamegeran hat dîtin. Dadgehê danişîn taloqî 11’ê Çile kir
12’emîn danişîna “Doza Çapameniyê ya KCK’ê” ya darizandina 46 rojnamegeran, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Huda Kaya, Alî Kenanoglu û parêzer beşdarî danişînê bûn.
Piştî danasîna nasnameyan danişînê destpê kir. Parêzeran dinavbera danişînê de, ligel ku biryara dadgehê ya derbarê rakirina qedexeya derveyî welat û betalkirina pasaport de hebû jî, dîtin ku hîna jî sererastkirina pewîst di UYAP’ê de nehatiye kirin û daxwaz kirin ku ev sererastkirin bê çêkirin. Şandeya dadgehê, li ser vê yekê, diyar kir ku UYAP’ê sererastkirina pêwîst kiriye.
Şandeya dadgehê, biryar da ku biryara girtinê ya derbarê Îsmet Kayhan de yê ji bo parastina xwe bide berdewam bike û danişîn taloqî 11’ê Çile kir.