STENBOL – Dayikên Şemiyê bi armanca li aqûbeta Kenan Bîlgîn ê 24 sal berê di binçavan de hat windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin dê bi wêneyên Bîlgîn li Qada Galatasarayê bin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo dizanibin windayên wan li ku ne û ji kiryaran hesab bixwazin di hefteya 700’emîn û 701’emîn de hat qedexekirin û polîsan li ser daxwaza Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu destûr neda dayik û xizmên wan li Qada Galatasarayê çalakî li dar bixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 702’yemîn de dê bi armanca li aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di 12’ê îlona 1994’an de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin bipirsin dê li Qada Galatasarayê bin.
BIRAYÊ BÎLGÎN: YA KU ME LI WIR DIDE RÛNIŞTANDIN DEWLET E
Birayê Kenan Bîlgin, Îrfan Bîlgîn anî ziman ku ji bo ew di hefteya 702’yemîn de li aqûbeta birayê wî bipirsin çi ji bo li Qada Galatasarayê çalakî li dar bixin çi ji destê wan bê dê bikin û ew wek malbatên windayan bi biryarin çalakiya xwe li qadê dom bikin. Bîlgîn da zanîn ku ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin û got: “Em ê vê hefteyê çîroka birayê min vebêjin. Dixwazin bila êrîş bikin û me binçav jî bikin. Em viya baş dizanin dixwazin windayên me bi me bidin ji bîrkirin. Em ê her vêbêjin ku windayên me ji aliyê dewletê ve hatin windakirin û kuştin. Wan kir ku em li wir rûnên. Wan bav û bira û xwişkên me winda kir. Heke windayên me bibînin û kiryaran bidarizînin, jixwe em ê neçin wir. Ku dikin bila viya bikin. Bi gaz û jopan nikarin me ji wir biqewirînin. Ez bang hemû mirovên xwedî hestiyar û kesên dixwazin ev welat bibe welatek demokratîk vedixwînim li Qada Galatasarayê be me re bin.”
ARCAN: DAXWAZA ME HEQÎQET Û EDALET E
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Arcan jî destnîşan kir ku daxwaza wan heqîqet û edalet e û ew ê di hefteya 702’yemîn de li Qada Galatasarayê bin û li ser navê rûmeta mirovahiyê banga beşdariya çalakiyê kir.
OCAK: EM Ê BI WÊNEYÊN BÎLGÎN LI QADÊ BIN
Mirova Şemiyê Masîde Ocak jî anî ziman ku ji bo dawî li bêcezkirin û înkarkirina dosyeya Kenan Bîlgîn were û daxwaza kiryar bên darizandin bikin wê li Qada Galatasarayê bin û got: “Em ê bi wêneyên Kenan Bîlgin li Qada Galatasarayê bin. Em ê di hefteya 702’yemîn de bêjin me Kenan ji bîr nekiriye û ka Kenan Bîlgîn? Ji bo her kes van pirsan bike, em wan vedixwînin Qada Galatasarayê.”
MA / Melîke Ceyhan