HATAY - Hevserokên HDP’ê yên Îskenderûnê yên hatibûn binçavkirin, bi şertê “Kontrola edlî” hatin berdan.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên Îskenderûna Hatayê Muhsîne Taşan û Ahmet Çahan ên di operayona 4’ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a Midûryeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê hatin. Dozgerê îfadeya Taşan û Çahan girt, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” sewqî dadgehê kir. Taşan û Çahan piştî îfade dan dadgehê bi şertê “Konrola Edlî” hatin berdan.