WAN – Li navçeya Bêgir qîrê rijandin ser Pira Şeytan a dîrokî. Li ser bertekan qîr hat rakirin û molozên wê rijandin ber pirê.
Bi destên qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin talankirina dîrokê dewam dike. Li navçeya Bêgirê ya Wanê ji aliyê qeyûmê şaredariya Bêgirê qîr rijandin ser Pira Şeytan a tê texmînkirin ku ji sedsala 13’an maye. Pir li ser Çemê Bend-î Mahî hatiye çêkirin.
Qîra rijandin ser pirê di medya civakê de bû sedema nerazîbûnan. Piştî bertekên hatin nîşandan, qîr hat rakirin. Qîra rijandin ser pira 15 mîtro û nîv dirêj e, 3 mîtro fireh û 17-18 mîtro bilind e, rakirin û vê carê jî li kêleka pirê hat valakirin.