MÊRDÎN - Dîwar, di heman demê de depên peyamên li ser tên nivîsandin ên dengên kolanan e.
Dîwar, di heman demê de depên peyamên li ser tên nivîsandin ên dengên kolanan e. Mînakên yek ji van peyaman, li ser dîwarê kolaneke navçeya Mîdyada Mêrdînê hatiye nivîsandin. Li ser dîwar rêzeke helbesta "Ey Yar" a Arjen Arî ku di pirtuka "Şêrgele" de cih dabuye; “Şaîr îm, Qereçiyê pesnê çavên te” hatiye nivîsandin.
Li ber vê rêze helbestê, zaroka keç a bi kincên sor lîstikê dilîze, yekparebûna ahengek xurt û mezin derdixîne holê.
Ji beşek helbesta Arjen Arî ya bûye rêze mijara gotinê wiha ye:
"...
şa’ir im; qereçiyê pesnê çavên te
li dabaşa navê te hevdengê Evdal
şûm im hebekî, hinekî zirz
min ji Xanî bipirs, min ji Hejar
min ji Mella, min ji Hêmîn, min ji Dildar
sirûd Ey Reqîb im, pênûs ey reqîb!"
MA / Metîn Yoksu