ÎZMÎR – Li Îzmîrê serê sibê polîsan bi ser gellek malan de girt û 11 kes binçav kir.
Li navçeyên Karabaglar, Alîaga Urkmez û Bergama yên Îzmîrê serê sibê polîsan bi ser gellek malan de girt. Namzetê Parlamentiriyê ya HDP’a Îzmîrê jî dinav de 11 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku operasyon bi hinceta parvekirinên medya civakî pêk hatiye û ew birin e Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.
Çend kesên navên wat zanîn ev in: Namzetê Parlamentiriyê ya HDP’ê ya Bursayê Şahîn Çoban, Nurî Gok, Yetîm, Turan Guleç û Bayram Yildirim.