STENBOL – Li Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrneselê Fatîh Polat ji sûcê “Di weşanên peryodîk de aşkerekirina nasnameyê” 10 hezar lîre ceza lê hat birîn. Cezayê muebetê jî ji rojnameger Nazli Ilicak re hat xwestin.
Danişîna biryara doza Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrneselê Fatîh Polat ji sûcê “Di weşanên peryodîk de aşkerekirina nasnameyê” dihat darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de parezer Devrîm Avci amade bû.
Parêzer Avci diyar kir ku sûcên avêtine ser miwekîlê wê hêmanên sûc çênake û xwest Polat bê beratkirin. Dadgehê biryara xwe aşkere kir û ji sûcê “Di weşanên peryodîk de aşkerekirina nasnameyê” 10 hezar lîre cezayê pere lê birî.
Parêzer Avci got ew ê cezayê hatiye birîn bibin Dadgeha Îstînafê.
CEZAYÊ MUEBETÊ JI ILICAK RE HAT XWESTIN
Li aliyê din rojnameger Nazli Ilicak piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi hinceta di nivîsek xwe de “casûsî” kiriye hatibû girtin. Danişîna sêyemîn a doza Ilicak li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Ilicak ji Girtîgeha Bakirkoyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Danişînê bi xwendina belgeyan dest pê kir. Parêzerê Ilicak mafê axaftinê girt û got: “Li gorî Qanûna Çapemeniyê dema doz vekirinê bihûriye. Divê doz bê betalkirin.”
Dozger di mutalaya xwe de ji sûcê “Belgeyên ji bo ewlehiya dewletê yên divê nepen bimînin aşkere kiriye” ya xala 330’an a TCK’ê bê cezakirin.
Doz taloqî 9’ê cotmehê hat kirin.