RIHA – Parêzera Fadil Şenyaşar ê ku AKP’yan bav û du birê wî kuştin Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku dixwazin miwekîlê wê li hepsê tenê bihêlin û bang li her kesî kir ku name û pirtûkan jê re bişîne.
Di arîfeya Cejna Remezanê de beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê alîgirên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî ferdên malbata Şenyaşar kirin û Esfer Şenyaşar û du kurê wî qetil kirin. Piştî bûyerê di 17’ê hezîranê de sli ser daxwaza dozgeriyê polîsan Fadil Şenyaşar ê ku bav û du birayê xwe winda kir hat girtin.
‘EM XWE BI NAME Û PIRTÛKAN BIGÎHÎNÊ’
Parêzera Fadil Şenyaşar, Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser rewşa miwekîlê xwe û got rewşa fizîkî û derûnî ya miwekîlê ne baş e. Ozbîngol anî ziman ku miwekîlê wê di girtîgehê de hucreyek yek kesî de tê ragirtin û got: “Divê her kes bi nameyek ango bi pirtûk şandinekê xwe bigîhîne hepsê. Em bang li her kesî dikin piştevaniya xwe bi name û pirtûkan ji bo Fadil Şenyaşar bidin nîşandan.”
DOZ DÊ DIRÊJ DEWAM BIKE
Ozbîngol diyar kir ku bêyî rewşa derûnî û fizîkî ya Şenyaşar baş bibe ew girtine û piştî wî girtin demildest şandine Girtîgeha Xarpêtê û wî bi zanebûn ji malbat û parêzeran dûr kirin e. Ozbîngol got çi dibe bila bibe dê edalet cihê xwe bibîne û dê ev doz jî dirêj dewam bike û miwekîlê wê jî xwe ji bo vê yekê amade kiriye.
NAVNÎŞAN
Ozbîngol navnîşîna miwekîlê xwe wiha da: “Ji bo kesên name û pirtûk dixwaze bigîhîne Şenyaşar dikarin wiha bişînin; 2 Nolu T Tipi Kapalı Ceza İnfaz Kurumu E-66 koğuşu / Elazığ.”