NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Kakşar Oremar, di quncikê xwe yê îro de diyar kir ku hevdîtinên Tehranê yên ku dê di roja 7'ê îlona 2018’an de bên lidarxistin encam nastîne. Omemar, da zanîn ku piştî bidawîbûna şerê Sûriyeyê jî her sê hêz: Îran, Tirkiye û Rûsya dê li ser para xwe li herêmê bi hev bikevin
Nivîskarê Rojnameya e-rojname di quncikê xwe yê e-rojname de bal kişand ser hevdîtinên navbera Tirkiye, Îran û Rûsya ya li ser sûriye û wiha got: "Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, Erdoganê îslamîst û alîgirê hêzên herî radîkal û paşverû li herêmê; ne dost bûye, ne hevalê aştiyê, belkî li gorî bilindbûn û ketina etmosfera siyasî bi awayekî rojane helwesta xwe guherandiye, lê tim hevalbendê diz û dijminên kurdan bûye. Demeke kêm maye ku dewleta nemeşrû a Sûriyeyê otorîteya xwe ya di nav sinorên siyasî de tekmîl bike û piştî Idlibê dê rûyê xwe bide Kurdistanê jî. Tenê hêzên ku Tirkiye piştgîriya wan dike; Cebhet El Nûsra û komên din yên îslamî li Sûriyeyê mane."
FERQA ERDOGAN Û ESAT TUNE
Omemar, bal kişand ser çend xalên girîng û wiha berdewam kir: "Qeyrana aboriya Tirkiyeyê û Îranê dê rê nede wan ku careke din di avakirina Sûriyeyê de hevkariya wan bikin. Wisa xuyaye ku Amerîka bi merc û demeke nediyar mayîna Bişar Esed pejirandiye. Rejîma Baas rejîmeke totalîter û sekuler e û tenê şexsê Bişar Esed e ku wefadarî mayîna komara îslamî li welatê xwe ye!. Helwesta Tirkiyeyê ji ber hebûna hêza bibandor a demokratîk li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê bi awayekî rojane hatiye guherandin, lê niha xwe daye aliyê Rûsyayê û di eniya Amerîka de nîne. Ji sedî 25’ê axa Sûriyeyê û Rojava di destê kurdan de ye. Hemû pirsgirêka Tirkiyeyê bi hebûn an jî nebûna kurdan ve girêdayî ye. Erdogan him dostê nezan û him jî hevalbendê diz, dîktator û cinayetkarên îslamî, sekular û kuştina xelkê sivîl bûye. Ferqa wî û Beşar Esad nîne.
Şerê Idlibê; Awarebûna milyonan kesan û rijandina xwîna xelkê sivîl, wêraniya bajar û gundan, lê ji hemû aliyên şer re xala girîng ew e ku bigihin berjewendî û para xwe bistînin. Ji bo Îran, Tirkiyê, Rûsya û Sûriyeyê binpêkirina maf û awarebûna miloynan mirovan girîng nîne. Êdî bi nêzîkbûna konferansa Ginêvê re pêvajoya siyasî li Sûriyeyê dest pê dike. Xala herî girîng ji aliyên kurdan ve ew e ku, êdî li pey vî şerê malwêranker ê li Rojava jî pêvajoyeke nû dê dest pê bike. Amerîka dê bi aliyê kurd re be an jî bi Tirkiyeyê re li dijî statuya kurdan li ser peymaneke nû li hev bike?"