SEMSÛR - Înşaeta HES'ê ya Karakuşê ku li Hewzeya Parka Neteweyî ya Çiyayê Nemrûdê tê avakirin tevî bertekên gel jî berdewam dike. Welatî Îsmet Ardiç bertek nîşanî avakirina înşaeta HES'ê da û got "Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Bila dest ji me û xwezaya me berde.
Li ser çemê Navçeya Kolikê ya Semsûrê înşaeta HES'ê ya Karukuşê li Çiyayê Nemrutê tê avakirin. Înşaeta Santrolên Hidroelektrik (HES) tevî bertekê welakiyan dîsa didome. Piştî HES têkeve meriyetê dê gundên Koçtepe, Erikdere, Golgeli, Bagozu, Yolalti, Teymenli ,Esendere, Askeren û gelek gundên din yên Kolikê di bin avê de bimînin. Projeya înşaeta HES'ê di sala 2014'an de ji aliyê Şirketa Bazirganiyê ya Hilberîna Ceyran û Enerjiyê ya Mûrat ve dest pê kir. Înşaeta HES'ê ya li qada Parka Neteweyî bi destûra Midûrê Herêm û Bajar ê Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê, Midûrê Bajarvanî û Derdorê, Midûrê Muzeyê dest pê kir. Aktîvîstê derdorê û welatî Îsmet Ardiç, diyar kir ku avakirina HES'ê hem zerarê dide tenduristiya mirov û hem jî dide xwezayê û zerarên mezin li pey xwe dihêle. Ardiç, da zanîn ku cihê HES lê tê avakirin yekemîn qada SÎT'ê ye û ger ku HES têkeve meriyetê hem dê dîrok û xweza talan û wêran bibe û hem jî dê avhewa xera bibe. Ardiç, da zanîn ku ger HES têkeve meriyetê dê Çemê Kolikê bimiçiqe û wiha got: "Ger ku HES bi dawî bibê çemê Kolikê bimiçiqe. Dê bi sedan hekdar dolim zeviyên hişk bibin. Dê xweza zerarek gelek mezin bibîne. Welatiyên herêmê HES'ê li vir naxwazin. Di sala 2017'an de gel û derdorparêzê herêmê doz vekirin ku proje bi betal bibe. Lê gotin pêdivî bi rapora ÇED'ê tune û projeya HES'ê berdewam kirin."
HEYET: LI VÊ QADÊ HES NAYÊ AVAKIRIN
Ardiç, da zanîn ku 7 endamên heyetê ku di navde endamê Dadgeha Îdarî ya Semsûr, Rayedarê Midûriyeta Bajar a Wezîrê Derdorê, endamên Zanîngeha Çukurova, Mêrsîn û Semsûrê, endezyarên derdor, jeolojî, çandinî û arkeolo jî hebûn hatin li herêmê lêkolîn kirin û piştî lêkolînê heyetê rapora “Li vê qadê HES nayê avakirin!" ji Dadgeha Îdarî ya Herêma Semsûrê re şandin. Ardiç, destnîşan kir ku tevî rapora heyetê û bertekên welatiyan, înşaeta HES'ê dîsa li herêmê berdewam dike û dînamîtê dixin bin xweza û dîrokê. "
Ardiç, bagn li hemû derdorparêz û elolojîstan kir û xwest li dîrok, çand û kelojiyê xwedî derkevin û destûr nedin vê talankirin û wêrankirinê û wiha got: "Em ji dewletê tiştekî naxwazin. Bila dest ji ax, av û xwezaya me berde bes e. Bila me rehet bihêle. Êdî bes e. "