ŞIRNEX – Noqkarên ku qeyûmê tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin ew ji kar derxistin hîn jî di nav xebatên rizgarkirinê de cih digirin. Noqkaran bilêv kir ku gergerînek ku ocaxên qûman ew çêkirine dibin sedema mirinê û ji bo xebatên rizgarkirinê pêdiviya wan bi botan heye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ciwan û zarokên ku ji bo xwe hênik bikin dikevin çemê Dîcleyê, hin jê difetisin. Di 4 mehên dawî de 7 kes di çem de fetisîn. Herî dawî karkerên bi navê Yasîn Zengîn û Hasan Çagliyan di çem de fetisî bûn. Ekîba noqkarên ji 5 kesan pêk tê ku qeyûmê tayînî Şaredariyê Cizîrê ew ji kar avêtibûn, karkerên di çem de fetisîn derxistibûn.
GERGERÎNEKÊN JI BER OCAXÊN QÛMÊ ÇÊDIBIN DIBIN SEDEMA MIRINÊ
Heta niha di hemû bûyerên fetisandinê de ewil noqkarên dildar berê xwe didin cihê bûyerê. Noqkaran anî ziman ku ji ber gergerînekên ku ocaxên qûman ew çêdikin gelek kes difetisin û her wiha ji bo bilbindahiya avê tu lewhe jî tune ne. Noqkaran, destnîşan kir ku di her havînê de mirov difetisin û ji ber ku bota wan a rizgarkirinê tune ye, pir nikarin mudaxileyî bûyeran bikin.
Noqkarê dildar kemal Şerîfoglû, ji bo bota rizgarkirinê bang li herkesî kir û hin kesên kur dikevin çem jî hişyar kirin.
BANAGWAZÎ
Şerîfoglû, destnîşan kir ku dema ji kar nehatibûn derxistin tu pirsgirêka wan a ekîbmanê tune bû û wan demildest mudaxileyî bûyerên fetisandinê dikir. Şerîoglû, diyar kir ku nêzî saleke ew wek ekîbmaneke dildar tev digerin, lê belê kêmasiyên wan hene. Şerîfoglû got: "Piştî qeyûm hat tayînkirin kes xwedî li ekîbmana me derneket.n Ji bo botê me serî li şaredariyê da, lê li me venegeriyan. Nemaze di dema fetisandinê de ji ber ku bot tune ye, em nikarin bilezînin. Noqkarên me cenaze dibînin, lê heta ku bot tune be nikare cenaze ji nav avê derxînin. Hin deverên çem zinar in û hin jî bi tûm in. Ji ber vê pêdiviya me bi boteke bi markaya 'Joker'ê heye."
Şerîfoglû, destnîşan kir ku hin deverên çem pir kûr in û talûke ne û ji bo vê bang li welatiyan kir: "Bila tu kes wisa bi rasthatinî ji bo xwe hênik bike nekeve çem. Nemaze jî kesên pir bi avjeniyê nizanin difetisin. Divê kesên bi avjeniyê nizanibin nekevin çem. Hin deverên çem pir kûr in."