EDENE - Der barê Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Erol Demîrhan de bi îdiaya "fealiyetên li ser navê rêxistinê" lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo lêpirsînê nameyên ku dema Demîrhan di girtîgehê de ji malbata xwe re şandine û axaftinên bi malbat û parêzerên wî re wekî hincet hatin nîşandan.
Dozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Erol Demîrhan de bi îdiaya "fealiyetên li ser navê rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê nameyên ku Demîrhan di sala 2013'an de ji Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ji malbata xwe re şandin û axaftinên wî yên bi malbat û parêzeran re wekî hincet nîşan da. Têkildarî vê yekê Demîrhan di 27'ê Tebaxê de li dozgeriyê îfade da.
Demîrhan, diyar kir ku lêpirsîn di sala 2013'an de hatiye destpêkirin, lê belê di dema pêvajoya çareseriyê de lêpirsîn hatibû sekinandin û got: "Tam 5 salan hat taloqkirin. Paşê 6 dozger guherîn. Dozgerên lêpirsîn raçav kirine tu encam bi dest nexistine. Lêpirsîna ku 5 salan hat taloqkirin, niha ji nû ve dest pê kiriye." Demîrhan, destnîşan kir ku ev lêpirsîn derî hiqûqê ye û got: "Dema di girtîgehê de bûme, hevdîtinên min hatine tomarkirin. Hevdîtinên min ên ji bo dosyeyê min bi parêzer re çêkirin wekî 'fealiyetên rêxistinê' hatine nîşandan. Tişa em dizanin di navbera parêzer û muwekîl de mahremiyet heye. Lê bi vê lêpirsînê ev mahremiyet ji holê hatiye rakirin."
Demîrhan, anî ziman ku çalakiyên wan ên li girtîgehê ku li hemberî binpêkirina mafan kirine wekî "fealiyetên rêxistinê" hatine nîşandan, lê belê ev fealiyetên wan di çarçoveya mafên demokratîk de hatine kirin. Her wiha Demîrhan bilêv kir ku hevdîtinên wî yên bi rêya telefonê ku malbata xwe re kiriye jî hatien tomarkirin û got: "Tomarkirina hevdîtinên min ên bi parêzeran û malbatê re derî hiqûqê ye. Ev lêpirsîn ji aliyê kesên ku ji Ceameta Gulenê hatin girtin hatiye destpêkirin û derî hiqûqê ye. Emniyet û dozgerê niha lêpirsînê bi rê ve dibin jî heman metodê bi kar tînin. Di vê lêpirsînê de ji bo min û parêzerê min wekî gumanbar bidin nîşandan her cure rêbaz pêk anîne."