AMED - Parlementerên HDP'ê li herêmê tim ji aliyê polîs û leşkeran ve tên astengkirin. Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya vê yekê tune ye û got: "Ev pêkanîneke kêfî ye. Ew me asteng bikin jî em ê biçin. Carekê be jî û hezar car be jî em ê biçin."
Li gorî Qanûna Bingehîn parlementer dikarin biçin her derî, lê belê li herêmê polîs û leşker çûnhatina parlementeran asteng dikin. Çend roj berê dema parlementerên HDP'ê xwestin li Dersimê biçin herêma ku daristan lê dişewitin, leşkeran ew asteng kirin. Her wiha parlementerên ku dixwazin tev li merasîma cenazeyên HPG'yiyan bibin jî tên astengkirin. Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş astengkirina parlementerên HDP'î nirxand.
Daniş beştaş, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya vê yekê tune ye û got: "Mafê herkesî yê definkirinê heye. Di vî warî de divê kes neyê astengkirin. Şaredarî mecbûr in destekê bidin. Saziyên Serokatiya Karên Diyanetê mecbûr in destekê bidin. Ji bo pêkanînên wecîbeyên olî û ehlaqî divê derfet bên peydakirin. Lê yek ji vana jî pêk nayê."
‘DI HIQÛQÊ DE CIHÊ VÊ YEKÊ TUNE YE'
Beştaş, bilêv kir ku astengkirin û nîqaşên der barê definkirina cenazeyan bi zanebûnî tên kirin û ev helwesteke siyasî ye û got: "Di vir de armanc tişeteke din e. Em bi nêzîkatiyeke faşîst ku piraniya civakê nahesibîne, naxe şûna mirovan, wan terorîze dike re rû bi rû ne. Hiqûqa ku dema mirov sax in wan ji hev cuda neke, piştî dimirin wan ji hev cuda dike. Tu îzahiyateke vê tune ye. Hikûmeta AKP'ê ev tişt pir zêde kirin."
‘DÊ HESABÊ VÊ YEKÊ BIDIN'
Beştaş, anî ziman ku bi astengkirina beşdarbûyîna cenazeyan, çûyîna herêmên kud aristan lê tên şewitandin a parlementerên HDP'ê, peyamek tê dayîn û got: "Ne di warê hiqûqî de, bi awayekî kêfî tê astengkirin. Bi van astengkirinan re dixwazin ser pêkanînên xwe yên li herêmê bigirin. taybetiya AKP'ê ya herî mezin tirs e. Tirseke mezin li ser wan heye. Lê em ê guh nedin van astengiyan. Çi qasî asteng dikin bila bikin em ê biçin. Tu tirs û gumanên me tune ne. Kesên asteng dikin, dê sibê hesabê vê yekê bidin."
MA / Mehmet Şah Oruç – Esra Solin Dal