DERSIM – Vê carê jî li navçeya Magzirtê şewitandina daristanan dest pê kir.
Li herêma Xiran a navçeya Mazgirt a Dersimê agir bi daristanê ket. Her diçe şewata li daristanê berbelav dibe û gundî jî hewl didin şewatê bitefînin. Nehat hînbûn ji ber çi agir bi daristanê ketiye. her wiha dê ji bo tefandina agirşêniyên navçeyê biçin herêmê.
Gundiyan ji bo tefandina şewatê bang li herkesî kirin.