STENBOL - Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê, xwest hevalên wan Nursel Tanriverdî û Selvî Polat ên bi KHK’ê ji kar hatin avêrtin, bên berdan.
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) a Stenbolê, bi daxwaza serbestberdana hevalên xwe Nursel Tanriverdî û Selvî Polat ên di çalakiya Qada Azadî ya Bakirkoyê de hatibûn binçavkirin û girtin, li Şaxa Hejmara 3’yemîn a Egîtîm Senê, civîna çapemeniyê lidar xist. Di civînê de pankarta “Bila girtiyên KESK’î bên berdan” vekirin.
Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 3’yemîn a Egîtîm Senê Ayşe Panuş, daxuyanî da û wiha axivî: “Demokrasî hatiye tune kirin. Li Tirkiyeyê êdî em ji xeyalên dewleta hiqûqî dûr ketine. Li Tirkiyeyê bêedaletî êdî bûye ji rêzê. Ji Dayîkên Şemiyê bigirin, heya berxwedêrên KHK’ê tehdît dikin, tundî û îşkencê li wan dikin, wan dixin binçav û wan digirin. Hikûmet dixwaze kolanan qedexe bike.”
Panuş, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Hevalên me Tanriverdî û Polat, di çalakiya Qada Azadî ya Bakirkoyê de binçavkirin û di 21’ê Tebaxê de derxistin dadgehê û girtin. Hevalên me bin tecrîtê de tên girtin. Di şexsê Tanriverdî û Polat de em dixwazin hemû hevalên me bên berdan. Ji ber ku karê xwe paşve xwestin, liberxwe dayîn û çalakî li darxistin, ne sûcin.”