NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê endamê HPG’ê Ridvan Demîragaç piştî 17 mehan li Wanê, cenazeyê endamê HPG'ê Adem Yarali li Farqînê û cenazeyê endamê MLKP'ê Îrfan Gerçek jî li Stenbolê hat veşartin.
Cenazeyê endamê HPG’ê Ridvan Demîragaç (Çekdar Zîlan) ê di nîsana 2017’an de li çoltera Tetwana Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Malbatê piştî bûyerê cenazeyê zarokê xwe teşhîs kiribû lê encax ji malbatê testa DNA’yê xwestibûn. Cenaze di navberê de li Goristana Bêkesan a Tetwanê defin kiribûn. Piştî testa DNA’yê bi encam bû malbatê cenazeyê zarokê xwe piştî 17 mehan wergirt û bir li Goristana Taxa Suphanê ya Wanê veşart.
Hat zanîn ku hêj 17 cenaze li Goristana Bêkesan a Tetwanê hene.
ADEM YARALI LI FARQÎNÊ OXIR KIRIN
Cenazeyê endamê HPG’ê Adem Yarali (Dijwar Farqîn) ê di encama bombebaran çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di 11’ê tîrmehê de pêk hatibû jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê hat wergirtin. Malbatê cenaze bir gundê Reşikê ya Farqînê. Li goristana gund merasîm hat lidarxistin û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, rêveberên HDP’ê û gellek kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasîmê cenaze li goristana gund hat veşartin.
ÎRFAN GERÇEK LI STENBOLÊ VEŞARTIN
Cenazeyê endamê Partiya Marksîst-Lenînîst Komunîst (MLKP) Îrfan Gerçek (Baran Dersim) ê di 29’ê tebaxê de li Geliyê Munzura Dersimê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat veşartin. Malbatê cenaze bi şev bir Cemxaneya Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê û merasîm li dar xistin. Piştî merasîmê girseyê darbesta Gerçek hilda ser milan û ber bi Goristana Gazî ve meşiya. Li ser rêya cenaze têde birin polîsan her dever doprêç kir. Di meşê de wêneyên Gerçek û alên sor hildan û polîsan bê navber anons kir û xwestin al bên daxistin.
Polîsan li ber Goristana Gazî jî nokteya lêgerînê danî û welatiyan yek bi yek lêgerîn kirin. Di navbera welatî û polîsan de rageşî qewimî. Di rageşiyê de Huseyîn Gultepe hat binçavkirin.
Cenaze bi rêzgirtinê û li gel berzkirina dirûşmeyan hat veşartin. Piştî definkirina cenaze girse hat Cemxaneya Gazî û beşdarî xwarina ji bo Gerçek hat dayîn bû.