AMED - Li navçeya Peyasê, di serdegirtina 2 malên heman avahiyê de, bavê rojnameger Gulîstan Korban Ahmet Korban hat binçavkirin.
Li taxa Peyas a navçeya Peyasa Amedê, polîsan di saetên nîvro de bi mala rojnameger Gulîstan Korban de girtin. Polîsên di malê de lêgerîn pêk anîn, bavê Koban Ahmet Korban binçav kirin.
Rojnameger Korban, diyar kir ku polîsan di saetên nîvro de, bi ser mala wan de girtin, di dema lêgerînê de alavên malê belav kirin û ji ber ixbarekê serdegirtin pêk hat. Korban, da zanîn ku polîsan bi ser mala birayê wê Metîn Korban ê di heman avahiyê de jî girtin, polîsan birayê wê bi erdê re dirêj kirin û hewldan bi lingan serê wî eçiqînin.