ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di serdana Sendîkaya Yol-Îş’ê de bal kişand ser krîza aborî û got krîza aborî herî zêde bandora xwe li ser karkeran dike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û heyeta pê re ji bo li pirsgirêkên karkerên înşatê guhdar bikin Navenda Giştî ya Sendîkaya Yol-Îş’ê ziyaret kir. Serokê Giştî yê Sendîkayê Ramazan Agar, heyetê qebûl kir.
Di serdanê de ewil Temellî axivî û diyar kir ku Tirkiye bi krîzek mezin re rû bi rû ye û got: “Em ê li dijî vê krîzê çi bikin û li ser biaxivin xwedî girîngiyek mezin e. Sendîka heqê karkeran diparêzin û mafê hemû civakê diparêzin. Krîz derket û karker nikarin xwe li dijî vê li ser piya bigirin. 16 sal e li holê ye ku karkeran çi winda kiriye. Heta îro me û sendîkayan piştevaniyê bi hev re kir. Di pêvajoyên wiha de hevgirtin girîng e. Bi taybetî pirsgirêkên karkerên înşatê girîng e. Sektora herî zêde pirsgirêk hene ya karkeran e. Cînayeta kar herî zêde li qada înşatê ye. Bi zanebûn pêşî li cînayeta karkeran nagirin. Şertên kar û jiyana karkeran a li welêt tabloya demokrasiyê nîşan dide. Em dibînin ku cudakariyê xistine nav civakê û bi heman rengî cudakarî xistin e nav karkeran jî. Cudakariya nasnameya nav karkeran êrîşên li dijî karkerên kurd kûr dike. Têkoşîna li dijî vê cudakariyê jî parçeyek têkoşîna sendîkayî ne.”
Ramazan Agar jî destnîşan kir ku geşedanên der barê ekonomiyê de wan bi fikar dike û got: “Em ji ber vê bihabûna dovîzê bi endîşe ne. Em hesab dikin meaşê me yê asgarî daketiye 900 lîreyî. Ji bo me ya girîng ew e ku welêt bigîhîje aramî û refahê. Karkerên sendîkayî ji kar tên avêtin û naxwazin karker xwe birêxistin bikin.”
Serdan bi dan û stendina fikir û nêrînan bi dawî bû.