STENBOL – Hat îdiakirin ku dawî li peywîra pêşkêşvana bernameya CNN Turkê Şîrîn Payzin anîne.
Piştî Koma Medya Doganê firotin Holdînga Demîrorenê, CNN Turkê gelek kesan ji kar derxistibû. Hat îdiakirin ku niha jî kanalê dawî li peywîra pêşkêşvana bernameya “Ne Oluyor? (Çi Dibe?)” Şîrîn Payzin aniye.
CNN Turk û Payzin der barê îdiayê de tu daxuyanî nedan.