Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel: Ne ji bo Idlibê em xwe ji bo Efrînê amade dikin

img
REQA – Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel bal kişand ser operasyon li dijî Idlibê û got: “Ji bo Idlibê bi rejîmê re lihevkirinek me tune ye. Hemû amadekariyên me ji bo azadkirina Efrînê ye.” 
 
Aktorên hundirîn ên Sûriyeyê, navnetewî û herêmî ji bo Idlibê kozên xwe dawî diajon qadê. Ji bo Idlibê, Rûsya, rejîma Esad, DYA, Elmanya, Fransa, Çîn, Îran û Tirkiye rolek çalak dileyîzin. Di tûrikê her kesî de ji bo berjwendiyên xwe planek wan heye. Çapemeniya rojavayî duh spartibû Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku Rûsya li dijî Idlibê bombebarankirin pêk aniye û vê yekê tansiyonan zêde kir. Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ji leşkeriya gelên Bakurê Sûriyeyê pêk tê Kino Gabriyel geşedanên dawî yên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘HEMÛ HÊZ BERJEWNDIYÊN XWE DIFIKIRIN’
 
Gabriel diyar kir ku şerê li Sûriyeyê tenê ne girêdayî hêzên Sûriyeyê û got: “El Nusra û DAIŞ jî daxîlê vê ye. Şerê li Sûriyeyê bûye şerek navneteweyî. Hin hêzan ji bo berjewendiyên xwe têkil bûn. Niha jî rola wan hêza hin vekirî derket holê. Armanca bingehîn a DYA û Rûsya ew bû ku destkeftiyên xwe biparêzin. Dem bi deman van destkeftiyan wan anî cem hev. Li ser vê esasê ji bo li Sûriyeyê hin kirîzan çareser bikin hin hewldanan kirin. Lê bes vê rewşê dirêj dom nekir. Li aliyê din jî hêzên herêmî yên mîna Tirkiye, Îran û Erebîstana Sudî jî derketin pêş. Lê van xwest ji hêzên din bêtir destkeftiyan bi dest bixin. Bi vê rê girêdayî cihê ev hêz lê ne û aliyên destek din di bin zextên mezin de ne. Dema Îsraîl li cihên eskerî yên Îranê xist, em vê dibînin. Dîsa cihên ku Tirkiyeyê dagir kir jî em vê yekê dibînin. Tiştek din jî hêzên Şiî ne. Nikarin biçin herêmîn din ên Sûriyeyê. Di esasê xwe de ev rewş dabeşkirina hevsengiya hêzên li herêmê dide nîşandan.” 
 
‘QSD WÊ DAGIRKERAN BIQEWIRÎNE’ 
 
Gabriel bal kişand ser operasyon û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û wiha dewam kir: “Em ê bi operasyona Dêra Zorê re hemû Bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ’ê paqij bikin. Di hedefa ewil a QSD’ê de cihên ku hêzên biyanî hatine dagir kirin hene. Em ê wan axan azad bikin. Bi taybetî jî ji van deveran cihên ku Tirkiyeyê dagir kiriye hene. Em ê van deveran ji wan bistînin. Mimkûn e hemû axa Bakurê Sûriyeyê ji dagirkeriyê bê rizgarkirin.” 
 
‘JI BO BEŞDARIYA OPERASYONÊ TU LIHEVKIRINA ME NÎNE’ 
 
Gabriel bal kişand ser muhtemela operasyona li dijî Idlibê û wih pêde çû: “Rast e, li qada Sûriyeyê li dijî teror û piştevanê wê şerek me yê cidî heye. Lê bes ji bo beşdarî an go plansaziya operayona Idlibê heta niha lihevkirin û nîqaşên hêzên QSD’ê çênebûye. Dibêjin operaysona Idlibê lê ne diyar e wê çawa pêk bê û li ser kîjan xetan şekil bigire. Ji bo operasyonek muhtelemel a li wê herêmê wek QSD’ê di warê beşdariya me de tu pêşketin pêk nehatiye.” 
 
Gabriel, da zanîn ku heya niha ji bo Idlibê tiştek zelal tuneye û wiha bilêv kir: “Hêzên ku em behsa wan dikin, ji bo Îdlîbê li ser maseyekê rûdinin, lê hîna jî neçûne mijarek hevpar. Di çapemeniyê de daxuyaniyên ‘emê komên radîkal paqij bikin’ didin û bi vî awayî tenê El Nusra dikin hedef. Lê em, hemû komên li wê derê dimînin weke terorîst dibînin. Ji ber ku xwedî fikrek selfî û radîkalin. Ji ber ku ev kom mirovan dikujin, direvînin, talan û diziyê dikin û dixwazin demofrafiyê biguherînin.”
 
‘DIXWAZIN KOMÊN SELEFÎ YÊN TENGAV BÛYÎN XELAS BIKIN’
 
Gabriel, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye, Rusya û Îranê di civîna 7’ê Îlonê de, bi awayekê ku dixwazin El Nusra tune bikin xwe dan nîşandan. El Nusraya ku li gorî planên wan tevnager dê bifiroşin. Dê çavên xwe ji êrîşên hewayî yên li ser hin baregehên wan re bigirin. Her wiha ji bo Idlibê dê taktîka ewiqandinê pêk bînin. Ev heya ku derê here jî, ne diyare. Bi vê re jî dê bejin ‘ji xwe me berê jî wisan li dijî DAIŞ’ê şer kiribû.’ Dê hewl bidin bi vî awayî mijarê çareser bikin. Tirkiyeya ku vê bike, dê encamên rast pêş nexwe. Berevajî, dê derî li şerekê pir mezintir veke. Ji destpêkê de Tirkiye piştgiriyê dide El Nusra. Ji ber ku niha rewşa Nusra Tirkiyeyê dixwe nava zoriyê, bi destên hin komên din hewl dide, wan ne dîtbar bikin. Di heman demê de bi vî awayî, li ser berjewendiyên xwe difikirin û dixwazin komên selefî yên di wirde tengav bûyîn, xelas bikin.”
 
‘JI BO AZADIYA EFRÎNÊ LI PÊŞ ME RÊYEKE OPERASYONÊ XUYA DIKI’
 
Gabriel, diyar kir ku gote got pir zêdene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê tişket ber bi çav nayê kirin. Bi awayekê zanebûn van gotinan dibêjin. Hîna mijarên leşkerî neketine rojevê. Ger hin pêşketin çêbin jî, dê demek dirêj berdewam bikin. Lê divê projeyên siyasî bên qebûl kirin. Heya ku ji aliyê me ve tiştek neyê gotin, divê gelê me baweriya xwe bi van gote gotan neyînin. Berxwedana QSD û hêzên dinava wê de ya li Efrînê berdewam dike. Hêzên me li Şehba û Efrînê hene. Ji bo azadiya Efrînê, li pêş me rêyek operayonê xuya dike. Dibe ku ev hinekê wext bigire, lê amadekariyên me hene. Ji bo vê operasyonê, dê bi demê re hinek tişt derbikevin holê. Em dixwazin gelê me jî di vê mijarê de amede be. Ji ber ku ev ji bo me weke ji nû de avakirinekê ye.” 
 
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 
 

Sernavên din

08/09/2018
09:04 Li Rihayê palehiya fisteqan dest pê kir
09:04 Li Girtîgeha Xarpêtê Rewşa Awarte didome
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2018'AN
08:22 Li Aksarayê otobus qelibî: 6 kes mirin 39 kes birîndar bûn
07/09/2018
16:09 Beştaş: Bila Erdogan derbarê Tahîr Elçî de daxuyanî bide
15:50 Ruhanî: Em dê piştgiriyê bidin Sûriyeyê
Putîn: Terorîst li Idlibê ne
Erdogan: Bila agirbest bê îlankirin
15:03 Dadgehê ceza li Demîrtaş û Onder birî
14:25 Qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê di rojeva Meclîsê deye
14:10 Fîrmaya pere nedît, rê nîvco hişt û 400 karker ji kar avêt
14:02 Li Mêrsinê serdegirtina malan
13:56 Kesê jêre gotin 'Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin' çotkarê 68 salî derket
13:55 Bîrdariya Mafê Mirovan a li Amedê hatiye dorpêçkirin
13:44 Çepnî: Li Dersimê sûcê qanûnî tê kirin
13:30 Rejîma Îran dê îşev Loqman û Zanyar Muradî darve bikin
13:24 MSD: Rûsya û Îran wê Tirkiyeyê tengav bike
13:05 HDP: Ji hewldanên xerakirina li Idlibê dûr bikevin
12:39 Li Girtîgeha Xarpêtê nivîsandin û kurdî jî qedexe ye!
12:27 Li Nexweşxaneya Nisêbînê neheqiya zayentîperest li jina penaber kirin
12:00 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê' hat taloqkirin
11:11 Dayikên Şemiyê dê bi wêneyên Kenan Bîlgîn li Qada Galatasarayê bin
11:08 Ondul: Tirkiye ji bo rakirina ambargoya DYA'yê nezî YE'ê dibe
10:54 Nivîskarê girtî 4 rojin di hucreya yek kesî deye
10:16 Dayîkên bi zarokên xwe yên girtî re hatin derpkirin, vegotin
10:15 Xebatên zimanê kurdî yên serdema nû dest pê dikin
10:11 'AKP dê li Idlibê di bîra kolayî de werbibe'
09:43 Malbatê piştî testa DNA'yê cenazeyê Vahide Çalkendir definkirin
09:42 Girtiyê nexweşê giran Boz: Pir zêde kîlo winda dikim
09:13 Li Rihayê dîrokek winda dibe!
09:12 Gur: Dê Îdlib rê li ber şerekî herêmî veke!
09:12 Sekretera YE' ya Tirkiyeyê: Di warê domandina muzakereyn de tu sinyal naxuyên
09:11 ‘Dê çalakiya Dayikên Şemiyê bênavber dewam bike'
09:10 Navendeke hunerê ya alternatîf: Şa Performans
09:09 'Tenê du hevokên li Îmraliyê dikare Tirkiyeyê rihet bike'
09:00 ROJEVA 7'Ê İLONA 2018'AN
06/09/2018
17:25 Hevserokên HDP’ê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:36 Dayikên Şemiyê: Di hefteya 702’yemîn de em li Galatasarayê ne
16:27 Li ser bertekan qîra rijandin ser pira dîrokî hat rakirin
16:08 Cezayê pere li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
16:07 HDP’ê pirsgirêkên welatiyên astengdar bir Meclîsê
15:32 Dîwarekî ku dibe dengê kolanan
14:44 Beştaş: Li Girtîgeha Tarsûsê çima îşkenceyê li girtiyan dikin ?
14:11 Parêzeran bi Nobeta Edaletê dest bi sala edlî ya nû kirin
14:08 Li Îzmîrê 11 kes hatin binçavkirin
13:57 Rojnamegerên der barê Efrînê de wêne parve kirin hatin darizandin
13:56 10 hezar lîre ceza li rojnameger Fatîh Polat birîn
13:16 Paylan 6-7 Îlonê bir Meclîsê: Divê dewlet rû bi rû bibe
13:15 Danişîna TUHAD-FED û OHP'iyan hat taloqkirin
13:14 Destûr nedan malbat şîna kurê xwe Denîz dîne
12:32 Parêzerên Ocalan cara 785'emîn xwestin biçin Îmraliyê
12:25 ÎSÎG: Di tebaxê de herî kêm 180 karker mirin
11:46 'Xwe bi name û pirtûkan bigîhînin Fadil Şenyaşar’
11:38 Prof. Dr. Uzgel: Nezîkatiya Tirkiye-YE pragmatik e
10:57 Jınên Gomanê: Em ê tacîzkar li gundê xwe nehewînin
10:57 Şewata daristana Çiyayê Roj didome
10:36 Oremar: Îran Tirkiye û Rûsya dê bi hev bikevin
10:15 Li Heskîfê dîrok kêlî bi kêlî tê talankirin
09:48 Tevî biryara heyetê înşaeta HES'a li Nemrutê didome
09:23 Noqkarên dildar: Pêdiviya me bi bota rizgarkirinê heye
09:22 Bulbul: Pîrozweriyên Dersimê gazî dikin
09:22 Esnafên Kolikê: Dê krîz bi aştiyê çareser bibe
09:21 Hevdîtina girtî ya bi malbatê re 'fealiyetên rêxistinê' hesiban din
09:20 Beştaş: Astengkirina parlementeran derî hiqûqê ye
09:19 Ji bo girtiya ji sedî 86 astengdar dê serî li CPT'ê bidin
09:19 Ocalan: Tekane çavkaniya krîzê kapîtalîzm e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2018'AN
05/09/2018
19:58 Vê carê jî li Mazgirtê agir bi daristanê ket
17:06 Meclîsa Jinan a KESK’ê: Hevalên me berdin
16:46 3 cenaze hatin oxirkirin
16:25 Li Peyasê di serdegirtina malan de kesek hat binçavkirin
16:03 Baroya Mêrsînê çû serdan parêzeran
15:42 ‘Yên çareseriyê naxwazin Ocalan tecrîd dikin’
15:30 Derbarê Zarakolu de bultena sor hat derxistin
14:59 Temellî Sendîkaya Yol-Îş’ê ziyaret kir
14:14 Maçînê HDP’î: Divê hêzên demokratîk bên gel hev
13:46 Di meha Tebaxê 41 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin
13:23 Li Kurdistana Federal modaya welatên rojava cil û bergên kurdî didin ji bîrkirin
13:12 Sala adlî bi darizandina akademîsyenan dest pê kir
12:48 Tê îdiakirin CNN Turkê dawî li karê Şîrîn Payzîn anî
12:35 Îstîxbarata OSO komên xwe yên li Efrînê hişyar kirin: YPG mezin dibe û tê
12:15 Polîsan bi ser mala xebatkarên Yenî Demokrasiyê de girt
12:14 Berdevkê QSD’ê Kino Gabriel: Ne ji bo Idlibê em xwe ji bo Efrînê amade dikin
11:22 Qedexeya li Colemêrgê 15 roj din hat dirêjkirin
10:33 Li Hezexê bi hinceta rê, dixwazin baxçeyên malan xerab bikin
10:18 Banga ji bo rewşenbîran: Em li Dersimê bibin dilopek
09:44 Li ser rêya Hênê qeza: 2 kes mirin û kesek birîndar bû
09:26 Ocalan çend sal berê 'vegera pîşesaziya çandiniyê' kiribû
09:21 Qedexeya li Licê û Hênê hat rakirin
09:18 Nivîskar Aktaş: Ji bo çareserî neyê dîtin dîroka şaş hat nivîsandin
09:17 Endamên Meclîsa DBP'î ji ber ku li aqûbeta milyonek TL'yê winda pirsîn, şaredar gef li wan xwar
09:16 Meclîsê pêşniyaznameya ji bo lêkolînkirina îşkenceyên li girtîgehê îade kir
09:15 Rêveberê komeleyê ku ji bo alîkariyê çû Babê dest bi bazirganiyê kir
09:14 Girtiyê nexweş: Bila dev ji pêkanînên kêfî bê berdan
09:13 Li Sîteya Matbaayan firotina bi wadê hat rawestiya
09:12 Gardiyan: Em ê te bikujin
09:12 Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê: Em nayên hesibandin
09:00 ROJEVA 5'Ê İLONA 2018'AN
04/09/2018
21:49 ATK’ê dîsa ji bo muayeneyê bangî rojnameger Duran kir
17:22 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Hatayê da
17:09 Ji DMME’yê biryara doza ‘KCK’
16:45 4 kesên di çalakiya Panahî de hatibûn binçavkirin hatin berdan