ŞIRNEX - Li Hezexê, dibin navê “Firehkirina rê de” dixwazin bi sedan diwar û binesaziyên baxçeyên malan xerab bikin. Welatiyên taxê, diyar kirin ku rêyên wan yên sê şerît hene û gotin: “Çêkirina rê hincete, lê di esas de pirsigêk polîtîkayên ‘ewlekariya’ dewletê ye.”
Li Taxa Turgut Ozal a nevçeya Hezexa Şirnexê, bi hinceta “Firehkirina rê” tê xwestina ku bi sedan diwar û binesaziyên baxçeyên malan ên li cadeyê mêze dikin bên xerabkirin. Di Mijdara sala çûyî de, bi hinceta “Plana Îmara Nû” bi dehan diwarên baxçeyên malan hatin xerabkirin. Polîs û ekîbên xirabkirinê di meha derbasbûyî de jî hatin heman taxê û ji welatiyên taxê re gotin ewê dîwarên wan xerab bikin.
‘EM NEÇARIN SEWALÊN XWE XWEDÎ BIKIN’
Şêniyên taxê, diyar kirin ku rêyên wan yên sê şerit hene û wiha gotin: “Bi rehetî em hemû pêd iviyên xwe pêk tînin. Firehkirina rê bahaneye. Lê di esasê pirsgirêkê de polîtîkayên ‘ewlekariya’ dewletiyê heye.”
Ji welatiyên taxê Emîne Malgaz, diyar kir ku di salên derbasbûyî de piştî “Qedexeyên derketina derve” wan mesrefek mezin li dîwarên baxçeyên xwe dan û ji nû de restorakirin. Malgaz, anî ziman ku ger dîwarê baxçeyê wan bê xirab kirin, êdî dê nekarin sewalên xwe xwedî bikin û wiha axivî: “Ev baxçe huzûra mene, ger ev baxçeyên em tunebin dê huzûra me jî tunebe. Em koçerin. Ger dîwarên baxçeyan tunebe, emê nekarin sewalên xwe xwedî bikin. Heqaretê li me dikin.”
ARMANCA QEYÛM RANTE!
Malgaz, da zanîn ku di sala derbas bûyî de jî, çarek din hatin dîwar hilweşandin û wiha bilêv kir: “Qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin ji bo ranta hin kesan, dixwazin diwarên baxçeyên me xerab bikin. Em bimirin jî, emê destûrê nedin hilweşînin. Kesên îhaleyan digirin, ji bo berjewendiyên xwe, vê zilmê li me dikin. Em dixwazin êdî bela xwe ji me vekin.”
'GER HILWEŞÎNIN EM DÎSAN AVA BIKIN’
Hevjînê Malgaz Tahîr Malgaz jî, destnîşan kir ku ew naxwazin dîwarên baçeyên malên wan bên hilweşandin û wiha axivî: “Em li dijî vê yekê ne. Ger dîwar bên hilweşandin, emê nekarin sewalên xwe xwedî bikin. Me ji bo parastina xwe diwar lêkirine. Ger bi darê zorê dîwaran hilweşînin, emê cardin ji nû de avabikin. Em dinava baxçeyên xwe de çandiniyê dikin. Dixwazin vê jî ji destê me bigirin.”
‘WÊ DEMÊ BILA MALÊN ME JÎ HILWEŞÎNIN!’
Ahmet Saçan jî, diyar kir ku ji bo çêkirina rê dîwarên wan ne astengin û wiha got: “Ez hîna jî deynê dîwarê ku min çêkirî didim. Ekîbên îhale ji şaredariyê girtin, projeyên şaş derketin pêşberî wan. Ji ber vê dixwazin dîwarên me hilweşînin. Em li dijî hilweşandinê derbikevin.”
Mevlîde Abay jî, da zanîn ku ger dîwarê malên wan bên hilweşandin, wê “tazî” bimînin û wiha bilêv kir: “Em vê yekê qebûl nakin. Ger dîwarên baxçeyên me xerab bikin, wê demê bila malên me jî xerab bikin.”
Yek ji jinên bertek nîşanî hilweşandinê da Şîrîn Gulay jî, anî ziman ku wan di şert û mercên pir zor de diwarên malên xwe avakirin, lê niha dixwazin bi hêsanî xerab bikin.