DERSIM – Rêveberê DAM’ê Selman Yeşîlgoz dîmenên mezinahiya şewata li herêma Kutudere qeyd kir û wiha bang li rewşenbîrên ji Dersimê kir: “Dem dema em bêjin, bila Dersim neşewite, qirêj nebe û talan nebe. Em li Dersimê kom bibin û bibin dilopek.”
Li Newala Roj a li herêma Kutudere ya Dersimê ji ber bombebarana hewayî şewat derketibû û 6 roj in şewat didome. Destûr nayê dayîn şewat bê vemirandin û ji ber vê yekê jî şewat berfireh dibe. Rêveberê Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) û aktîvîstê mafê mirovan Selman Yeşîlgoz duh êvarê li gundê Meşeyolu dîmenên şewatê kişand. Tevî ku dîmen ji dûr ve hatine kişandin jî lê mezinahiya şewatê radixe holê.
‘EM LI DERSIMÊ BIBIN DILOPEK’
Selman Yeşîlgoz ji bo vemirandina şewatê banga lezgîn li rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ji Dersimê kir û wiha got: “We êş, zêmar û helbestên Dersimê vegot. We cudahiya ji Dersimê anî ziman û rûmeta wê vegot. Lê niha tu nêzîkbûn û tu deng nîne. Dersim dişewite, heyeta we jê heye? Dersim dişewite… Dersim tenê nayê şewitandin, her wiha tê qirêjkirin. Munzur, Duzgun Baba, Gozeler û hemû şûnwarên me pîroz di dar de ne. Cihên baweriya me tên talankirin. Mîraseya me ya dîrokî tê tunekirin. Heke em bêdeng bimînin, wê ne çîroka me û ne jî ya nifşên siberojê hebe. Dem dema em bêjin, bila Dersim neşewite, qirêj nebe û talan nebe. Ji bo vê hêj em li benda çi sekinîne. Em li Dersimê kom bibin û bibin dilopek.”