AMED – Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Amed û Hênê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek bi giranî birîndar bû.
Li ser rêya bejahiyê ya Amed û Hênê li mevkiya Soganli wesayîta Sidki Etîk û wesayîta Ahmet Çetînkaya li hev qelibîn. Ji ajokaran Ahmet Çetînkaya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Sidki Etîk û Bayram Avci yê pê re bi giranî birîndar bûn. Birîndaran bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Li gel hemû mudaxeleyan jî Sidki Etîk jiyana xwe ji dest da.
Tedawiya Avci yê birîndar jî didome. Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.