STENBOL - Piştî krîza aborî li Tirkiye kûr dibe, niha her kes li ser kriza aborî niqaşan dimeşînin û pêşniyara "Vegera Pîşesaziya Çandinî" tê kirin. Lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çend sal berê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di pirtûka "Civakîbûna Azadiyê" de ev pêşnişar kiribû û xwestibû hêsên sermayedar parek sermayeya di destê xwe de ji bo çandiniyê veqetînin û wiha gotibû: "Ger hêzên sermayedar beşek sermayeya xwe ji çandiniyê re veqetînin dê pirsgirêka birçîbûnê ji holê rabe."
Piştî şer li Tirkiye û rojhilata Navîn bi destê DYA, Rûsya û lîstikvaniya Tirkiye pêş dikeve, krîza aborî jî dikeve rojeva Tirkiye. Tirkiye ku heta niha gelek fabrîqe û malê xezînê firot dewletên derve dîsa krîzek kûr ya aboriyê dijî. Gelek aborînas diyar dikin ku krîza aborî ya Tirkiye ji ber polîtîkayên hikûmetê yên şer û polîtîkayên devre girêdayî ne û hemû çavkaniyên hilberînê pêşkêşî dewletên derve kirine. Niha her kes li ser kriza aborî niqaşan dimeşînin û pêşniyara "Vegera Pîşesaziya Çandinî" tê kirin. Lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çend sal berê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di pirtûka "Civakîbûna Azadiyê" de ev pêşnişar kiribû û xwestibû hêsên sermayedar parek sermayeya di destê xwe de ji bo çandiniyê veqetînin û wiha gotibû: "Ger hêzên sermayedar beşek sermayeya xwe ji çandiniyê re veqetînin dê pirsgirêka birçîbûnê ji holê rabe."
OCALAN BERÊ RÊ NÎŞAN DABÛ LÊ LI BER ÇAVAN NEHATIBÛ GIRTIN
Çareseriya ku niha aborînas pêşniyar dikin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê li girtîgeha Îmraliyê pêşniyar kiribû. Ocalan di pirtûka xwe ya "Civakîbûna Azadiyê" de pêşniyar kiribû ku divê dîsa Tirkiye li çandiniyê vegere û ji bo vê yekê sermayedar piştgiriyê bidin rençber û çotkaran. Ocalan di parasnameya xwe de diyar kiribû ku sermayedar her dem nexşeya çandiniyê xera dikin û çandiniyê ji cewherê xwe dûr dixin.
Ocalan der barê pergala kapîtalizmê ya aboriyê wiha dibêje: "Di jiyana ekonomîk a civakê de kapîtalîzm li qatên herî jor bi cih tê. Di destpêkê de bazirganê mezin bi buhayên yekdestdariyê sermayeyê dide serhev. Sermaye jî li gorî terîfa xwe, nirxên pereyî ye ku timî xwe mezin dike. Nexasim bazarên ji hev dûr û di nava wan de cudahiyeke mezin a buhayê heye bala sermayedaran dikiçîne. Sermayedar bi pey danehevên mezin dikevin. Rêya
duyemîn a ji bo mezinbûnê jî ew e ku weke fînansê deynan didin dewletê û di berdêla wê de faîz û îltîzaman distînin. Dîsa di demên çer û xelayê de û di bikaranîna kanên madenê de têra xwe dixwe. Ji bilî bazirganiyê eger kara xwe têde bibîne di cotkarî, îndustrî û sektora çûnûhatinê de cih digire. Bi çoreça îndustiriyê re qadên bingehîn ên karê êdî di sektora pîçesaziyê de ne. Di herdu deman de jî bi xwestin û pêçkêçkirinê dilîze û bi vî awayî hewl dide hem hilberînê û hem jî bikaranînê diyar dike. Çiqasî karibe diyarker be, ewçend jî dikare rêjeya kara xwe zêde bike. Di dema destpêkê û stewîna kapîtalîzmê de bazirganiya mezin û pîçesazî qadên wê yên karê ne, lê di roja me ya îro de giraniya sektora fînansê heye. Amûrên sereke yên fînansê pere, senet, banke û kredî, ekonomiya kapîtalîst bi lez dike û qonaxên wê yên karê kin dike, bi vî awayî wê zêde û berfireh dike. Ji ber vê yekê di rêjeyên karê de balonên mezin ên spekulatîf çêdikin. Bi vî awayî pêvajoyên krîzê dibin parçeyekî vê ekonomiyê û ev ekonomî nikare bê wan bimeçe. Bê karan zêde dikin û bi vî awayî heqdestan kêm dikin, li welatên ku karker lê bi heqdestekî
kêm dixebitin sermayeyê radizînin û ev jî ji wan rêbazan e ku karê zêde dikin. Weke encam em dikarin bibêjin; ev çêweyê ekonomiyê çavkaniya xwe nêçîr-vaniya berê û çanda bazirganiyê ye. Bi hêza xwe ya dikare bi buhayan bilîze çens û keysa pêçketinê dibîne, bi sistkirina dîn û exlaq xwe ji kontrola civakê xilas dike, desthilatdariyê bi deynan bi xwe ve girê dide û bi yekdestdariya li ser bazarê pêç dikeve. Li gorî tehlîla dawî ev çêweyê ekonomiyê talan e. Bi armanca karê dest avêtiye îndustriyê, li gorî rêjeyên karê nêzî hilberîn û bi karanînê bûye. Ji ber vê yekê, barên gelekî giran ên nayên hil-girtin li bunya civakî û hawîrdora xwezayî kiriye û bi vî awayî rê li krîzan vekiriye û ji roja derketina wê ve hilweçîn û rizîn hev-rêyên wê ne. Bêguman bi tevahî ekonomî ew nîne. Ne bazirganî, cotkarî, pîçesazî, ne jî çûnûhatina mal, bazar û teknîk, vedîtinên kapîtalîzmê nînin, berevajî ev saziyên bingehîn ên ekonomiya civakî rastî îstîsmar û talaneke giran a kapîtalîzmê tên. Bi dîrok û çaristaniyê diyar dibe û bi polîtîkayê di zikhev de ye. Bi vî awayî, min hewl da nîçan bidim ku ekonomîzm ekoleke fikrê û têgihiçtinek e, bi navkirina
ekonomiya kapîtalîst gelekî berevajî kiriye.
Îro betalî wekî gloka berfê mezin dibe. Sedema vê yekê jî sermaye li keda erzan û karkerê erzan digere. Sedema esasî jî sermaye dixwaze civakê li pêş karê bide bezandin. Ger ku hilberîna ji bo têrbûna civakê karê bi xwe re nîne, civak dê ji birçîbûn û xizaniyê bişkê. Îro bi milyonan mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn. Ev ne xema sermayeyê ye. Ger ku sermaye parek sermayeya xwe ji çandiniyê re cuda bike wê demê qet biçîbûm pêk nayê. Sermaye ji pereyan pereyên pir zêde qezenç dike. Lê li çandiniyê nafikire. Berê dewletê bi rıya TEKEL'an alîkarî dida çandiniyê. Li hemberî vê yekê pere û berhem digirt. Niha sermayeyê ev hewldana dewletê jî bê wate kir. Ger ku dewlet vê yekê neke dê ji îflazê rizgar nebe."
SERMAYE CIVAKÊ BETAL DIHÊLE
Sermaye her ku diçe civakê betal dihêle û birçî dihêle. Bi betalî û birçîbûnê mahkûmî xwe dike. Her çend bi erzanî bide xebitandin jî pirsgirêka betaliyê ya civakê çareser nabe. Heta pergala li ser bermahiya zêde ji holê ranebe, polîtîkaya karê ya pergalê jiholê ranebe, çivak nikare xwe ji betalî u xizaniyê rizgar bike
MA / Yasin Kobulan