AMED – “Qedexeya derketina kolanan” a li ser 15 gund û 22 mezrayên navçeyên Licê û Hênê hat rakirin.
Walîtiya Amedê di 3’ê îlonê de li navçeyên Licê û Hênê yên Amedê li ser 15 gund û 22 mezra “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. Qedexe duh bi şev hat rakirin. Hat ragihandin leşkeran gundan dorpêç kiriye, li herêmê operasyon hatin lidarxistin û lê hat zanîn ku pevçûnek rû nedaye. Walîtiyê daxuyand ku bi ser 73 malan de girtine û derbarê 13 kesan de kar û barên qanûnî kirin e.