ENQERE - Pêşniyaznameya lêkolînê ya ku ji bo îdiayên der barê îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê berpêşî Meclîsê hatin kirin, bi hinceta îfadeyên wekî "îşkence û muameleya kirêt" tê de hene hat îadekirin.
Pêşnizyanameya lêkolînkirinê ya ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê berpêşî Meclîsê hat kirin, bêyî ku têkeve meriyetê hat îadekirin.
XWEST ÎDIAYÊN TÊN KIRIN BÊN LÊKOLÎNKIRIN
Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xist rojeva Meclîsê û xwest îdiayên wekî "pêkanîna ragirtina di hucreyê de", "hejmariya di yek rêzê de", "lêdana di asta îşkencekirinê de", "nesewqkirina girtiyên tên derbkirin a ji bo bijîşk", "nedayîna raporên derbkirinê" bên lêkolînkirin.
Kûrtûlan di pêşniyaznameya xwe de got: "Îktîdarê gotibû êdî îşkence qediyaye û dê rê li ber îşkencekirin û muameleyên kirêt bê girtin. Lê belê hema bêje her roj nûçeyeke der barê îşkencekirinê dikeve rojeva raya giştîç Çi li ser medyaya civakî, çi di çapemeniyê de û çi jî bi rêya malbat û parêzeran hikumxwar û girtî radigihînin ku ew tên îşkencekirin û bi muameleyên kirêt re rû bi rû dimînin."
Lê belê pêşniznameya lêkolînê, bi îmzeya Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim, bi hinceta îfadeyên wekî "îşkence û muameleya kirêt" tê de hene hat îadekirin.
MA / Hayri Demir