NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê ÎMKANDER ê Dîlokê ku derpêş kiribû, ew ji bo "alîkariya mirovî" li çûye El Bab'a ku TSK û komên girêdayî wê ji DAIŞ'ê girtin. Lê belê derket olê ku nûnerê ÎMKANDER'ê li El Babê dikana amûrên spî vekiriye û dest bi bazirganiyê kiriye.
Piştî navçeya El-Bab a Sûriyeyê ji aliyê TSK û komên OSO'yê girêdayî wê ji DAIŞ'ê hat girtin, bi hewldanên Tirkiyeyê li El-Babê fakulte, şaxên PTT û bankeyan hatin vekirin û di bin banê "alîkariya mirovî" hin komele li wir bi cih bûn. Lê belê ji van komeleyan hin jê li wir dest bi bazirganiyê kir.
Rêveberê ÎMKANDER'ê ku di bin navê alîkariya mirovî de çû El-Babê, li navçeyê kargehek vekir û dest bi bazirganiyê kir. Ev rêveberê ku gotibû "ji bo alîkariya mirovî" çûye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji şopînerên xwe xwest dua bikin.
‘JI BO 'ALÎKARIYÊ' BANG KIR, LÊ ÇÛ DIKAN VEKIR'
Nûnerê ÎMKANDER ê Dîlokê Saît Gokdere ku îdia kir "Ji bo alîkariya mazlûmên li çar aliyê cîhanê bê kirin ew dixebitin", ragihand ku wî li El-Babê dikana amûrên spî vekiriye. Gokdereyê ku derpêş kir ew ji bo "alîkariya mirovî" çûye navçeyê û di ser hesabên xwe yên bankeyê de "alîkarî" kom kir, ragihand ku her wiha li dikana wî amûrên pergala enerjiyê û akuyan jî tê firotin.
Gokdere, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên dikana amûrên spî ya ku vekiriye parve kirin. Gokdere, di 23'yê Tebaxê de wêneyên kargeha xwe parve kirin û ji şopînerê xwe xwest ku dua bikin. Gokdere di parvekirina xwe de got: "Ev mexazeya me ya li El-Baba Sûriyeyê ye. Em bi aku, amûrên spî û panelên xwe yên rojê di xizmeta xwişk û birayên xwe yên sûriyeyî de ne. Kargeh bi bismilayê hat vekirin. Xwedêyo tu xêr û bêrê bidî."
Her wiha ÎMKANDER ku di bin navê alîkariya mirovî de li herêmê ye û dest bi bazirganiyê kiriye, ji roja ku Şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha tim di rojevê de ye ku destekê dide komên selefî yên wekî OSO'yê.
MA / Hayri Demir