EDENE – Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê Halîl Tongûz, diyar kir ku astengdar herî zêde di qada gihandinê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Tongûz, got ew li kuçeyan û di siwarbûna wesayîtan de ditengijin.
Ji ber li bajaran sererastkirinên ji bo astengdaran baş nayên kirin, welatiyên astengdar di gelek qadan de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Astengdarên ku mafê wan ê bêpere li wesayîtên gihaniyê siwar bibin heye, gelek caran jê ajovan wan li wesayîtan siwar nakin. Her wiha ji ber ku li bajaran di çêkirina peyarêyan de beşên ji bo astengdaran tune ne, astengdar di çûnhatinê de ditengijin. Ev yek li Edeneyê jî bi awayekî zêde rû dide.
AJOVAN GUH NEDAIN RONIYAN Û DERBAS DIBIN
Li mavenda bajêr li roniyên nêzî Kolana Înonuyê, wesayîtên otobêsên gel ên taybet li ser derbaseyên peyayan disekinin û gelek wesayît jî ji bo peyayan guh nadin roniyên çûnhatinê û derbas dibin. Serokê Komeleya Astengdaran a Kardelenê Halîl Tongûz bal kişand ser pirsgirêkên astengdarên li Edeneyê.
HINDIK MABÛ BÊ DI BIN WESAYÎTÊ DE BIMÎNE
Tongûz, diyar kir ku di kolanê de derbasbûyîna hêla din ji bo wan gelekî zehmet e û ev yek dema kameraya me vekirîbû jî rû da. Tongûzê ku ji ber lingekî wî nerihet e bi gopal dimeşe, li Kolana Înonuyê dema roniya kesk pêketîbû xwest derbas bibe, lê belê otobêsa taybet a gel bêyî guh bide roniya kesk derbas bû û hindik mabû Tongûz di bin de bimîne.
ASTENGDAR NAYÊN HESIBANDIN
Tongûz, da zanîn ku ji bo astengdar bi awayekî rihet bijîn wan di sala 2009'an de komeleya xwe ava kiriye. Tongûz, bilêv kir ku meseleya herî girîng jî ew e ku hurmet û rêz ji bo astengdaran tune ye û got: "Meş, siwarbûna li wesayîtê pirsgirêk e. Em nayên hesibandin. Heqaret li me tê kirin." Tongûz, anî ziman ku ji ber Şaredarê Şaredariya Mezin a MHP'î guzergahên li navenda bajêr guherandine pirsgirêk zêde bûne. Tongûz, diyar kir ku dema roniya kesk pêdikeve jî rê nadin peyayan. Tongûz, got li herêmên wisa qelebalix divê polîsên trafîkê venihêrînê bikin, lê belê ev yek pêk nayê.
Tongûz, destnîşan kir ku şaredarî peyarêyan dagir dike û got: "Li hêleke peyarêyê rawestgeh danîne û li hêla din jî qutiyek danîne. Ji ber vê em nikarin bimeşin. Kesên ne astengdar jî li van deran bi zorê dimeşin. Peyarê hatine dagirkirin."
‘HEQARET LI ME TÊN KIRIN'
Tongûz, anî ziman ku ajovanên otobêsên gel ên taybet heqaretê li wan dikin û got: "Ajovanên otobêsên gel me ji weayîtê dadixin. Carinan jî li rawestgehan nahêlên em li wesayîtê siwar bibin. Carinan şidet jî tê kirin. Tiştên wisa qirêj in. Em mirov in. Wezaret ji bo astengdaran heqê wesayîtê dide şaredariyan. Şaredarî jî di vê çarçoveyê de peymanê bi otobêsên gel ên taybet re çêdike. Lê ev yek di asasê xwe de pêk nayê."