ENQERE – Ji bo girtiyê nexweş ê rojnameger Metîn Duran ku ji sedî 93 astengdar e ATK’ê rapor neda. ATK’ê xwest Duran dîsa biçe muayeneyê.
Girtina rojnameger Metîn Duran ê nexweş ku li Radyoya Rengîn a li Qosera Mêrdînê weşana xwe dikir û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) dixebitî didome. Duran bi mehan e li benda rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ye. Hat zanîn ku ATK’ê xwestiye Duran dîsa ji bo muayeneyê biçe cem wan.
Ji bo Duran dîsa rapora “nikare di girtîgehê de” bimîne, li bendê ye heta sala 2019’an rojek duşemê an jî rojek çarşemê bibin ATK’ê.
Duran ji 30’ê adarê ve girtî ne û li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin. Birayê Duran refaketiya wî dike.
GERGERLÎOGLU BI DOZGER Û MIDÛR RE HEVDÎTIN KIR
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê û endamê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê Omer Faruk Gergerlîoglu li ser vê agahiyê bi Dozgerê Girtîgeha Sîncanê re hevdîtin pêk anî. Dozger agahiya dê heta hefteyekê Duran ji bo muayeneye bibin ATK’ê xebatê birêve dibin daye Gergerlîoglu. Piştî vê hevdîtinê Gergerlîoglu bi Midurê Girtîgeha F2 a Sîncanê re hevdîtin kir. Gergerlîoglu got wî agahiya dê heta hefteyekê Duran bibin ATK’ê ji rêveberiya girtîgehê girtiye.
AYM’Ê HÊJ BERSIV NEDAYE SERLÊDANÊ
Gergerlîoglu ji bo rewşa Duran bi rayedarên Wezareta Edaletê re hevdîtin pêk anîbû û rayedarên wezaretê gotine ku haya wan ji rewşê heye û ragihandibûn di rojên pêş de dê rapora ATK’ê temam bibe. Heta niha ji ATK’ê bersivek erênî nehatiye. Her wiha parêzerên Duran ji bo rawestandina înfaza Duran serî li Dadgeha Destûr Bingehîn (AYM) dabûn û AYM’ê hêj bersiv nedaye serlêdanê.