HATAY - Hevseroka HDP’a Hatayê Sultan Başaran, bertek nîşanî operasyona li dijî rêvber û endamên partiya xwe da û got: “Ji bo ku partiya me weke sedema pirsgirêkan nîşan bidin, qirkirinên siyasî lidar dixin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê, li dijî binçavkirinên rêveber û endamên partiya xwe ya navçeya Îskenderûnê, li avahiya bajêr civîna çapemeniyê lidar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî beşdarî daxuyaniyê bû. Hevseroka HDP’a Bajêr Sultan Başaran, di civînê de axivî û wiha got: “Li vî welatî çi dema ku operasyonên ji derveyî sînor pêk tên û krîza aborî kûrtir dibe, desthilatdara ku polîtîkayên di hûndir de xitimiye, tim êrîşî partiya me û beşên mûxalîf dike û hewl dide bi operasyonan rojevê bigûherîne. Her tim ji bo rojevê bi guherînin, partiya me HDP’ê tune dihesibînin û ji bo di çavê gel de marjînal bike, hewl dide partiya me weke sedema pirsgirêkan nîşan bide.”
‘EMÊ PAŞVE GAVÊ NE AVÊJIN’
Başaran, bal kişand ser êrîşan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê tu carî nekarin bi girtin, binçavkirin û êrîşan gavê bi me paşde bidin avêtin. Emê heya dawiyê li vî welatî kedkaran, xizanan, gelên bindest û baweriyên tune tên hesibandin biparêzin. Em ê mil bidin milê hev û di her qadên jiyanê de em ê têbikoşin. Em dixwazin demildest hevalên me bên berdan.”
Piştî daxuyaniya civîn bi dawî bû.